Li Enqereyê 22'mîn Pêşangeha Pirtûkan hat vekirin
Enqere (K24) – Li Enqereyê 22emîn Pêşangeha Pirtûkan birêve diçe ku zêdeyî 500 weşanxane bi pirtûkên xwe tê de cîh girtine. Weke sala borî dîsa tenê weşanxaneya Nûbiharê standên xwe bi kitêbên Kurdî xemilandine. Herwiha nivîskarê kovara Nûbiharê jî bo xwînerên xwe pirtûka xwe îmze kir.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 22emîn Pêşangeha Pirtûkan bi qerebalixiyek mezin û eleqeyeke zêde birêve diçe. Di pêşangeha ku zêdeyî 500 weşanxane tê de cîh girtine de ji 3ê Cotmehê ve her roj çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.
Di nav vê qerebalixiya zêde de jî weke sala borî tenê weşanxaneya Nûbiharê cîh girtiye ku li ser standa wê pirtûkên Kurdî yên weke Dîwana Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek pirtûkên din tên pêşandan.
Berpirsê Standa Nûbiharê Cîhan Roj ji K24ê re got: “Weşanxaneya Nûbiharê ji 1992an û vir ve xizmetê dike û vê çapê dike. Nêzî 600 pirtûk çap kiriye heta niha. 172 kovar ji çap kiriye ku berdewam e. Di ve qadê de xizmeteke cidî, bingehîn tîne cîh. Çanda Kurdî de, edebiyata Kurdî de, sosyolojiya Kurdî de gelek pirtûk hene, gelek xebat hene gelek lêkolîn hene. Em di van fûaran de, pêşangehan de xwe nîşan didin. Wekî weşanxaneyeke Kurdî temsiliyeta me jî heye.”
Di heman standa Nûbiharê de Weşanxaneya Zehrayê jî heye ku ew jî pirtûkên Kurdî û hin kitêbên din olî dide pêşandan. Gelek nivîskarên din jî pirtûkên xwe bo xwînerên xwe îmze dikin ku yek ji wan jî helbestvanê navdar Şukrû Erbaş e. Nivîskarê Kovara Bîrnebûnê Mehmet Nûrî Candemîr jî pirtûka xwe ya bi navê Lixwegerîn îmze kir.
Di pêşangehê de xwîner daxwazê dikin ku zêdetir weşanxaneyên Kurdî beşdar bibin û pirtûkên Kurdî zêdetir werin pêşandan.
Welatî Faruk: “Zêde rind e. Meriv zêde hatine. Dixwazim gelek Kurd werin vê derê pirtûk hildin, pirtûka Kurdî hildin, dîroka Kurdan hîn bibin. Bixwînin, bizanibin.”
Dê ev pêşangeha pirtûkan dê heta 12ê Cotmehê berdewam bike ku xwîner dikarin serdana wê bikin.
Di Pêşangeha Pirtûkan ku mazûvaniya bi hezaran xwîneran dike de zêdeyî 500 weşanxane cîh girtine. Lê weke weşanxaneya Kurdî tenê, weşanxaneya Nûbiharê cîh girtiye ku sedemên vê yekê jî ji bilî aliyên siyasî bi sedemên aborî û pratîkî ve tê rave kirin.