Jiyana Krîstiyanan di navbera aramiya Dihokê û wêraniya Mûsilê de
Dihok (K24) – Rewşa ewlehiyê ya lawaz li Iraqê bûye sedem ku hejmareke mezin ji welatiyên Krîstiyan koçber bibin, lê li Herêma Kurdistanê ew di nav aramî û ewlehiyê de jiyana xwe û rîtûelên xwe yên olî bi azadî birêve dibin. Raport çîroka du taxên Krîstiyanan li Dihok û Mûsilê vedibêje ku ciyawaziya di navbera her duyan de bi awayekî zelal nîşan dide.
Li Taxa Nohadra, yek ji kevintirîn taxên Krîstiyanan li Dihokê, jiyan weke her carê di nav aramiyê de berdewam e. Narîman Wehîd û malbata wê, ku ji niştecihên resen ên taxê ne, li ser şopa bapîrên xwe jiyana xwe didomînin û Herêma Kurdistanê weke stargeheke bi ewle dibînin.
Narîman Wehîd, Welatiya Krîstiyan li Dihokê, bi rihetî behsa jiyana xwe dike û dibêje: "Em hemî diçin kenîsê, xudabexaneyê... Em dizanin ku li vir, Kurdistan bi emanet e. Em bi hev re dijiyan, em û Êzidî û Misilman. Di hemû boneyan de, di cejnan de, di xweşî û nexweşiyan de, kesî nedizanî ev Mesîhî ye an ew Misilman e. Niha emanet heye, hemû rihetî heye, em ê çi bikin biçin Mûsilê?"
Li gorî tomarên fermî, li parêzgeha Dihokê zêdetirî 50 hezar Krîstiyan dijîn û nêzîkî 100 kenîse ji bo pêkanîna rîtûelên wan ên olî hatine avakirin.
Lê belê, li aliyê din ê sînor, li bajarê Mûsilê, rewş bi temamî cuda ye. Taxa Nesarîn, ku yek ji kevintirîn taxên Krîstiyanan bû, îro bûye wêrangeh. Ji zêdetirî 10 hezar niştecihên Krîstiyan, niha tenê welatiyekî Krîstiyan lê maye û yên din hemû ji ber tundî û nearamiyê koçber bûne.
Sedula Beysûn, welatiyê Krîstiyan li Mûsilê, bi xemgînî behsa rabirdûya taxê dike: "Ev tax hemû Krîstiyan bûn, dîroka wê vedigere 2000 salan. Nêzîkî 10 hezar kes li vir dijiyan. Lê piştî hatina DAIŞê, ev der çol bû. Hinekan berê xwe dan derveyî welat û hinekan jî çûn Herêma Kurdistanê, bi taybetî Enkawayê. Ew venagerin ji ber ku ji xirabûna rewşa ewlehiyê ditirsin."
Beysûn rewşa dramatîk a Krîstiyanên Mûsilê wiha kurt dike: "Li aliyê rastê yê Mûsilê tenê ez mayime, li aliyê çepê jî nêzîkî 10-15 malbat mane."
Çand û ferhenga pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê bûye sedem ku piraniya Krîstiyanên navîn û başûrê Iraqê berê xwe bidin Herêmê û lê bi cih bibin, di demekê de ku hikûmeta Iraqê nikare ewlehiya pêkhateyên xwe yên resen biparêze.