Mesrûr Barzanî: Serxistina lîsteya PDKê ji bo wê yekê ye ku hemû xewnên gelê me bibin rastî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 16ê Cotmehê kernevaleke cemawerî ji bo bangeşeya hilbijartinê ya lîsteya 275an a PDKê li Hewlêrê birêve diçe.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di kernevalê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de spasiya amadebûyan kir û got: "Amadebûna we cihê pêzanîna me hemûyan e. Em hêvîdar in hûn berdewam bin ji bo serxistina lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê; lîsteya serbilindiya şehîdan, lîsteya pêşmergeyên qehreman, lîsteya Serok Barzanî û lîsteya wan berbijêrên serbilind ên ku dê bibin nûnerên rastîn ên gelê Kurdistanê."

Deqa gotara Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Xwişk û birayên birêz û xoşewîst,

Cemawerê xweragir û serbilind ê rêbaza Barzanî,

Gelek bi xêr hatin û beyana we baş.

Destxweşiyê li we dikim û mandî nebin. Ez dizanim ku ev demsala hilbijartinê zehmet e, dibe ku em ji vê zêdetir eziyetê bidin we, lê amadebûna we cihê rêz û pêzanîna me hemûyan e. Em hêvîdar in çawa ku hûn li vir amade ne, di vî demî de jî berdewam bin ji bo serxistina lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê; lîsteya serbilindiya şehîdan, lîsteya Pêşmergeyên qehreman, lîsteya Serok Barzanî û lîsteya van berbijêrên serbilind ên ku dê bibin nûnerên rastîn ên gelê Kurdistanê.

Em dê mehekê xizmeta van xwişk û birayan bikin, da ku ew jî çar salan karibin li Bexdayê xizmeta gelê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê, em hemû bi hevre dê bibin piştevan ji bo serxistina vê lîsteyê û şandina van xwişk û birayan bo Parlamentoya Iraqê.

Bêguman, pêşengê Kurd înşellah heta hetayê dê PDK be û her Barzanî jî dê Serokê me be.

Silavên Xwedayê Mezin li we bin û ez silavên Cenabê Serok Barzanî digihînim we.

Hevalên birêz û xoşewîst,

Cardin dema hilbijartinê ye û divê em hewleke cidî bidin da ku PDK, wekî hûn bi xwe jî dizanin, bibe amûrek ji bo gihîştina armanca sereke ya neteweya me. Serxistina vê lîsteyê, serxistina lîsteya PDKê ji bo wê yekê ye ku hemû xewnên gelê me bibin rastî.

Çima ev hilbijartin girîng e? Ev hilbijartina Parlamentoya Iraqê ye. Dibe ku gelek pirs çêbibin ku çima pêwîst e em ji bo vê hilbijartinê ewqas xwe biwestînin û çima divê em serbikevin? Birêzan, li Kurdistanê ti rikeberek ji PDK re nemaye, yên ku mane niha li Bexdayê hevrikiyê ligel PDK dikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e em biçin Bexdayê û li wir şerê li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin. Bexda bûye cihek ji bo hemû wan aliyên ku çavê wan bi serkeftina Kurdistanê ranabe, yan jî ji bo wan kes û aliyên ku nekarîne li Kurdistanê hevrikiya PDKê bikin. Wan Bexda hilbijartiye da ku li wir dijminatiya Herêma Kurdistanê bikin û rê li ber proje û serkeftinên Kurdistanê bigirin. Ji ber vê yekê divê em biçin wir, bi hebûna xwe, bi hebûna hevalên têkoşer ên PDKê, li wir karibin wan astengan jî rakin û careke din her tiştî bixin ser rêya rast. Em pêwendiyên xwe ligel hemû aliyên din xurttir bikin, kar ji bo wê bikin ku destûr wekî xwe were cîbicîkirin û hemû mafên gelê Kurdistanê ji Bexdayê werin misogerkirin.

Dema em van nûneran dişînin Bexdayê, ne tenê ji bo ku berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bikin e, divê ew berevaniyê li mafên her takekesekî vî welatî, bi hemû pêkhate û olan ve bikin. Divê berevaniyê li demokrasiyê, li destûrê û li federalîzmê bikin. Divê berevaniyê li gelê stemlêkirî bikin. Nûnerên me nûnerên hemû wan kesan in ku li pey çespandina dadperweriyê ne.

Xwişk û birano,

Divê em çawa hilbijartinê bikin? Kadirê PDKê kadirekî bi exlaq e, endamên PDKê li ser rêbazekê hatine perwerdekirin ku rêzê li yasayê bigirin. Divê ev hilbijartin û bangeşeya wê bi şêweyekî şaristanî were kirin. Ji ber vê yekê ez daxwazê ji we hemûyan dikim, di asta PDKê de bangeşeyê bikin û xwe neynin asta kesên din ên ku çavê wan bi serkeftina we ranabe.

Birêzan,

Dema em bangeşeya hilbijartinê dikin, bêguman divê em behsa rabirdûya xwe, tiştên ku me ji bo gel kirine û bernameya xwe ya ji bo paşeroja Kurdistanê bikin. Eger niha kesek bihata û soza çareserkirina pirsgirêka karebayê, qeyrana avê, paqijkirina hewaya pîs a Hewlêrê bida, dibe ku bihata gotin ku ev soz gelekî giran in û nayên cîbicîkirin. Lê xwişk û birano, ev ne soz in, ev hemû ew destkeftî ne ku PDKê ji bo vî welatî, ji bo Hewlêrê û ji bo Kurdistanê bi dest xistine.

Şikir ji Xwedê re, di bin sîwana serkirdatiya PDKê de, hikûmetên li pey hev ên ku PDKê serperiştiya wan kiriye, hegbeya wan tijî destkeftî ye, çi di warê parastina maf û rûmeta ax û niştimanê de be, çi jî di warê pêşketin û avadaniyê de be. Serkeftin û pêşketineke mezin jî di paşerojê de li benda me ye.

Berê jî gotin 'em ê we birûxînin', 'em ê we rawestînin', me got 'hûn nikarin' û wan jî nekarî me rawestînin. Niha jî dixwazin gumanan çêbikin ku gelo em dikarin destkeftiyên zêdetir bi dest bixin, ku em dikarin her bihosteke dagirkirî ya Kurdistanê vegerînin. Lê em careke din dibêjin: Em dikarin. Em dikarin serkeftinên zêdetir bi dest bixin û PDKê bikin lîsteya herî mezin û serkeftî di hilbijartinên Iraqê de.

Xwişk û birano,

Ev serkeftin mineta kesî tê de nîne, ne xêra kesî ye. Ev berhemê qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman e, berhemê keda xebata weyên delal e, destkeftiyên cotkar, mamoste, fermanber, xwendekar, dê û bavên xoşewîst û xweragiriya vê neteweyê ye. Ev destkeftiyên rêbaza Barzanî ne. Ji ber vê yekê, bila kes minetê li me neke. Tiştê me kiriye, me bi dest û bazûyên xwe bi dest xistiye.

Birêzan,

Peyameke min ji bo endam û alîgirên PDKê heye. Berî her tiştî destê we yê westiyayî diguvêşim û spasiya we dikim. Eger hûn nebûna, me dê tiştek ji van destkeftiyan bi dest nexista. Xwedê ligel me bû, lê hêz û bazûyên we hêz da me û me karî serkeftin li pey serkeftinê tomar bikin. Ji ber vê yekê spas ji bo we, xwişk û birayên birêz. Lê divê em zanibin ku ev hilbijartin jî li benda helmeta we û dengên we ne. Tika dikim ji we, hemû biçin ser sindoqên dengdanê û careke din serkeftineke mezintir ji bo PDKê tomar bikin.

Ez dixwazim bala we bikşînim ser mijarekê. Ji bo wan kesên ku heya niha ne piştrast in ka ev hilbijartin çiqas girîng in; bawer bin eger em deng nedin, dê kesên din li şûna we deng bidin û li şûna we biryarê bidin. Hûn bi xwe jî dizanin, eger PDK wek hevênê serkeftinê piraniya dengan bi dest nexe, ew dengên ku diçin ji bo aliyên din, nakevin xizmeta Kurdistanê. Ji ber vê yekê, erka me hemûyan e ku em biçin û dengên herî zêde ji bo PDKê bi dest bixin, da ku em karibin herî zêde xizmeta Kurdistanê bikin. Kesên din jî berê hewlên cidî dan ku xwe wek nûnerên gelê Kurdistanê nîşan bidin, lê mixabin ne berevanî li Kurdistanê kirin û ne jî amade bûn ji bo Kurdistanê qurbaniyan bidin. Belkû, destên xwe bi destên neyaran re kirin yek û pîlan li dijî Kurdistanê danîn. Ji bo ku rê li ber wan were girtin û destê wan were kurtkirin, divê PDK bi hemû hêza xwe vegere Bexdayê.

Peyameke min a din ji bo wan kesan heye ku heya niha baweriya xwe bi aliyên din tînin. Birêzan, wekî min got, hegbeya me tijî destkeftî ye. Em dikarin bi saetan behsa destkeftiyên xwe bikin, behsa xweragiriya xwe, qurbanîdana xwe û rola xwe di demên teng û firehiyê de bikin. Ez daxwazê ji wan xwişk û birayan dikim ku pirsekê li wan aliyan bikin: Bila ji me re behsa yek destkeftiyekê bikin ku wan ji bo vî welatî bi dest xistiye? Bila behsa yek destkeftiyekê bikin ku li vî welatî bêyî PDK bi dest ketibe. Bila ji me re bibêjin, ji bilî PDK kê karîbû rûbirûyî van hemû zehmetî û astengiyan bibe? Kî ji bilî PDKê karîbû pêşengiya vê qonaxê û qonaxên dijwartir ên berê bike? Kî ji bilî PDKê dikare paşerojeke geştir û baştir ji bo vî welatî ava bike? Bêguman, ji bilî PDKê ti hêzeke din xwedî wê şiyanê nîne. Lewma bila xwe newestînin û dijminatiya PDKê nekin.

Daxwaza min ji xwişk û birayên me yên din ên li Herêma Kurdistanê jî heye, dengên xwe pûç nekin. Werin ligel wî aliyê ku Xwedê piştgiriya wî dike, ku ev gel piştgiriya wî dike, ku Pêşmergeyên qehreman ev PDK û ev rêbaz hilbijartine, rawestin. Hûn jî werin ligel me, em hemû bi hev re ciwan in, em hemû bi hev re dikarin serkeftinên mezintir bi dest bixin. Dengê xwe bidin PDKê, da ku em serbilindtir û serkeftîtir bin.

Xwişk û birano,

Ez neçar im behsa hin rastiyan bikim. Hemû ew aliyên ku çavê wan bi serkeftina PDKê ranedihat, lê nedikarîn li vir PDKê rawestînin, çûn û destên xwe bi [neyaran] re kirin yek da ku pirsgirêkan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çêbikin, ji bo ku rê li ber serkeftinên me bigirin. Çûn û bername danîn ka çawa budceya Herêmê bibirin, ligel aliyên din li hev kirin ka çawa fişarê li ser Herêma Kurdistanê çêbikin. Wan digot qey eger fişarê li ser PDKê çêbikin, êdî serkeftî ne. Lê tiştê ku ew nizanin ev e: Ew zext ne tenê li ser PDKê bû, ev hewldan ne tenê li dijî PDKê bûn, ev li dijî hemû gelê Kurdistanê bûn. PDK beşekî girîng ê vî welatî ye. Yê ku bixwaze li hember PDKê raweste, divê li hember hemû gelê Kurdistanê raweste. Ji bo ku PDKê bişkînin, amade bûn we hemûyan bişkînin. Ji bo ku êşê bigihînin PDKê, amade bûn êşê bigihînin we hemûyan. Me dît ku di hewldanên xwe yên berdewam de, armanca wan ew bû ku Hikûmeta Herêmê, bi hemû aliyên xwe û hemû gelê xwe ve, tûşî pirsgirêk û astengiyan bibe. Yê ku parêzerê rastîn ê mafên gelê Kurdistanê bûye, PDK bûye. Ji ber vê yekê ez careke din dûpat dikim, ji bo ku demokrasî serbikeve, ji bo ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê werin misogerkirin, ji bo ku êdî ti pîlanek sernekeve, divê PDK serbikeve.

Xwişk û birano,

Em nehatine ku tenê behsa rabirdûyê bikin. Wekî min got, me her soza ku daye, bi cih aniye. Ez dikarim vê ji we re bibêjim, xewnên me yên mezin hene, bernameyên me yên mezin ji bo paşerojê hene. Rast e, dîroka me ya tijî serwerî û qurbanîdan heye, lê vîzyoneke me ya mezin jî ji bo paşerojeke geştir heye; ji bo ciwanên me, ji bo nifşên paşerojê, ji bo serxistina Kurdistanê, ji bo jiyaneke baştir û bextewertir. Ji bo ku mamoste, karker, cotkar û hemû çîn û texên vî welatî serbilind bin, ji bo ku jiyaneke wan a baştir hebe, ji bo ku Kurdistan û mafên Kurdistanê misogertir bibin, ji bo ku her bihosteke axa dagirkirî ya Kurdistanê vegere, ji bo ku ciwanên me berê xwe nedin derve û berevajî, yên li derve jî vegerin Kurdistanê, bernameya me heye. PDK xwedî vîzyon e û PDK dikare wî bernameyê cîbicî bike.

Em ferq û cudahiyê naxin navbera ti devereke Kurdistanê. Her bihostek ji vê axê ji bo PDKê pîroz e û em amade ne xizmeta her bihostekê bikin. Pêwîstiya me bi wê heye ku em kesên wisa bişînin Bexdayê ku li wir mijûlî berjewendiyên xwe yên şexsî nebin, ku nûnerên rastîn ên we bin, ku şerê li ser mafên we bikin û ji bo paşerojeke misogertir a Kurdistanê têbikoşin.

Xwişk û birano,

Em diçin Bexdayê da ku berevaniyê li mafên neteweyên din û olên din jî bikin. Me dît çawa stem li xwişk û birayên me yên Xiristiyan û Tirkmen hat kirin û berdewam e. Nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê, nûnerên hemû çîn, tex, ol û neteweyan in. Wekhevî û dadperwerî beşekî girîng ji çanda partiya me ne. Em li dijî stemkariyê radibin da ku ji bo stemlêkiriyan dadperweriyê pêk bînin. Em li dijî dagirkeran disekinin da ku axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin.

Xwişk û birano,

Erka me giran e, hêj gelek kar maye. Pirsgirêka me ne tenê mûçe ye; pirsgirêka me ax e, pirsgirêka me nasname ye, pirsgirêka me dadperwerî û wekhevî ye. Kerkûk, Mexmûr, Şingal; her bihostek ji vê axê ji bo me ne tenê beşek ji cografyayê ne, ew hest û ruhê me ne.

Me qebûl kiriye ku em di Iraqeke federal de bijîn, lê Iraqeke federal ku baweriya wê bi federalîzmê û hemû mafên destûrî hebe. Pêwîst e em wî şerî li Bexdayê bikin da ku destûr û madeya 140an wekî xwe werin cîbicîkirin û budceya Herêmê were misogerkirin. PDK xwe ji ti kesî kêmtir nabîne û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê amade ye rûbirûyî her kesî bibe.

Xwişk û birano,

Ez naxwazim behsa tiştên ku me kirine bikim, ji ber ku tiştên gelek mezintir li pêşiya me ne. Kiryarên me şahidên herî baş in ku PDK dema gotinekê dibêje, wê cîbicî jî dike. Ez dizanim hûn westiyayî ne, lê dîsa jî daxwazê ji we dikim, hinekî din xwe biwestînin. Mehekê xizmeta van xwişk û birayan bikin da ku ew çar salan xizmeta Kurdistanê bikin. Ji bo ku Kurdistan bikeve qonaxeke misogertir, geştir û pêşketîtir, tika dikim dengê xwe bidin lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê. Her serkeftî bin, Kurdistan her ava be.

 
Fly Erbil Advertisment