Projeyeka girîng a elektrîkê li Silêmaniyê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê eşkere kir ku, projeyeka nû ya xizmeta elektrîkê bi nirxê zêdetirî 185 milyon dînaran li Silêmaniyê tê bicihanîn.

Birêvebiriya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê îro (Duşem, 20ê Cotmeha 2025ê) ragihand ku, projeyeka nû ya xizmeta elektrîkê bi nirxê zêdetirî 185 milyon dînaran tê bicihanîn. Budceyê vê projeyê li ser dahata 8% ya Birêvebiriya Belavkirina Elektrîkê ya Silêmanî-Rojhilatê hatiye dabînkirin û du deverên girîng vedigire.

Birêvebiriya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê hûrgiliyên projeya xwe ragihandin û got: “Gihandina tora elektrîkê û danana veguherekî ji bo gundê Alakê li devera Çwartayê tevî rakêşana xeta elektrîkê û danana du veguheran ji bo taxa Qirgeya 2ê".

Birêvebirê jêgotî herwesa ragihand: “Budceya terxankirî 185 milyon 201 hezar dînar in û aliyê çavdêr jî Birêvebiriya Belavkirina Elektrîkê ya Silêmanî-Rojhilatê ye. Herwesa şîrketa bicihanînê jî şîrketa Berkêweyê ye û tê plankirin ku ew proje di 90 rojan de bê temamkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment