Mihemed Îhsan wek Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevdengiya Gelan hate hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konferansa 12ê ya Rêxistina Hevdengiya Gelên Afro-Asyayê duhî (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) li Qahîreyê hat lidarxistin, ku tê de Wezîrê Derve yê berê yê Misirê Mihemed Erebî wek Serokê Rêxistinê, profesorê Kurd Mihemed Îhsan wek Sekreterê Giştî û akademîsyenê Iraqî Casim Helefî jî wek Cîgirê Serok hatin hilbijartin.

Casim Helefî ji rojnamevanan re got: "Hilbijartina min wek Cîgirê Serok û Profesor Mihemed Îhsan wek Sekreterê Giştî nîşana baweriya bi me ye û teşwîqek e ku em bizavin mezintir bikin ji bo peydakirina aştî û tenahiyê û xurtkirina peywendiyên yekdengiyê di navbera gelan de."

Di hilbijartinan de, Profesor Mihemed Ehsan 11 deng û hevrikê wî Talih Etlesî jî şeş deng wergirtin. Bi vî awayî, Dr. Mihemed Îhsan postê Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê wergirt.

Profesor Mihemed Îhsan, Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê, got ku dilsoziya wî ji Encûmena Aştî û Yekîtîya Iraqê re ji baweriya wî ya kûr bi doza aştîyê tê. Amaje jî da ku Iraq hevrûşî şerekî biêş bûye, ji ber vê yekê ew bawer dike ku aştîyeka dadperwer ne dirûşm e, lê pêdivîtiyeka mirovî ye.

Navbirî herwesa got ku, karên wî di wê rêxistinê de dê berpirsiyariyeka dîrokî hebe, ku pêdivîtiya wê bi riheka bikom û vekirî li ber gelên cîhanê yên pêşkeftî heye, ji bo çespandina nirxên demokrasiyê, dadperweriya navneteweyî û pêşxistina domdar. Eşkere jî kir ku, daxwaz ji toreka çalak a rêxistinên civaka sivîl kir, da ku helwestan li ser mijarên herêmî û navneteweyî hevaheng bikin.”

Rêxistina Hevdengiya Gelên Afro-Asyayê konferansa xwe ya 12ê ya giştî li Qahîreya paytexta Misirê bi dirûşma "Bûneka Nû" li dar xist.

Hejmareka nûnerên rêxistinên aştî û hevdengiyê yên Afrîka û Asyayê ji çend welatan amade bûn, wekî Misir, Iraq, Çîn, Rûsya, Çapan, Tûnis, Mexrib, Behreyn, Bengiladiş, Yemen, Libnan, Sûdan, Cezaîr, Kuwêt, Sûriye, Morîtanya, Nîpal û Hindistanê tevlî wê konferansê bûn.

Profesor Dr. Mihemed Îhsan vekolerekê û şarezayekê navneteweyî ye li ser mijarên jenosîdê û pêştir di gelek Hikûmetên Herêma Kurdistanê de postên wezarî hebûn. Navbirî xwediyê sê bawernameyên PhD ye û wekî akademîsyen li zanîngehên navdar ên Ewropa, Asya û Amerîkaya Latîn xebitiye.

 
Fly Erbil Advertisment