Ozçelîk: Divê hemî kurdên cîhanê piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk duhî (19ê Cotmeha 2025ê) li Stockholma paytexta Swêdê semînerek ji bo birêvebir û endamên PWKê û hejmareka nûnerên partî, rêkxistin û kesatiyên Kurd li dar xist.

Buroya Ragehandinê ya PWKê ragihand: “Rêvebir û endamên PWKyê yên li Swêdê, nûnerên PDK (Partîya Demokrat ya Kurdistanê), PDK-Îran, PSK, ENKS, Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê-El Partî, Hevkarîya Hêzên Kurdistanî Li Swêdê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Dîakurd, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Yekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd tevlî semînerê bûn.”

Buroya navbirî eşkere jî kir: “Mustafa Ozçelîk, di semînerê de, di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê, doza girtinê ya li ser PWKyê û xebatên PWKyê yên li Kurdistanê de agahdarî da. Herweha Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya li Bakurê Kurdistanê, rewşa Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê  û sîyaseta PWKyê ya li dîasporayê de bîr û rayên PWKyê anî zimên.”

Her li gorî wê boruyê, Mustafa Ozçelîk bal kişand ser girîngî û pêwîstîya hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê û koordinasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de.

Her di wê ragihandinê de hatiye ku, Ji bo vê rewş û pêvajoya ku em li Bakurê Kurdistanê tê de derbas dibin, Mustafa Ozçelîk hem girîngîya tifaqa stratejik a kurdistanî û hem jî girîngîya hevkarîyeke berfireh ya li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd anî zimên.

Buroya Ragehandinê ya PWKê herwesa ragihand: “Mustafa Ozçelîk bang li hemû kadroyên kurdistanî, azadîxwaz û demokrat kir da ku ji bo avakirina partîyeke xurt li Bakurê Kurdistanê, piştgirîyê bidin siyaset û kultura nû ya PWKyê.”

Buroya navbirî herwesa got: “Mustafa Ozçelîk careke din, piştgirîya PWKyê  ji bo bername û heyeta ku di konferansa bi beşdarîya hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê de hatibû dîyar kirin anî zimên. Mustafa Ozçelîk got ‘’Îro divê hemû kurdên cîhanê piştgirîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin da ku gelê me bikaribe statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest bixe’’.”

Her li gorî wê ragihandinê, Mustafa Ozçelîk destkeftina federe ya li Başûrê Kurdistanê wekî destkeftina hemû kurdên cîhanê pênase kir û bal kişand ser girîngî û pêwîstîya avakirina hikûmeteke hevbeş ya ku hêza Peşmerge, aborî, ewlekarî û dîplomasîya Beşûrê Kurdistanê bike yek. Mustafa Ozçelîk got ku, dikare firsendên dîrokî bîne ber deriyê xûşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê û ji bo gelê me bikaribe ji wan firsendan feydê werbigre, berîya her tiştî yekrêziya navmala kurdan bê avakirin. 

Herwesa di wê ragihandinê de hatiye ku, di para duyê ya wê semînerê de, tevlîbûyîyên semînerê pirsên xwe kirin, bîr û rayên xwe anîn zimên û Mustafa Ozçelîk jî bersîva pirsên wan da.

 
Fly Erbil Advertisment