Elî Caf: Meta Kurdistanê bi navê Serok Barzanî nas dike

Elî Caf
Elî Caf

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekê warê teknolojiyê û ewlehiya eliktironî li Herêma Kurdistanê peywendî bi şîrketa cîhanî ya Metayê kiriye û razîbûna şîrketê wergirtiye ku, ew zimanê Kurdî li navenda wergirtina peywendiyan zêde bikin û çend karmendan lê zêde bikin.

Şarezayê warê teknolojiyê û ewlehiya eliktironî Elî Caf ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî zêdetirî salekê ji danûstandinan û bizavên bi şîrketa cîhanî ya Metayê re, wan biryar da ku zimanê Kurdî li navenda peywendiyan a wê şîrketê zêde bikin, ji bo Kurdên ku dixwazin bi karmendên şîrketê re bi Kurdî danûstandinan bikin.”

Wî şarezayê warê teknolojiyê û ewlehiya eliktironî herwesa got: “Her gava ku em bi şîrketa Metayê re peywendiyê dikin, dema ku em navê Kurdan an Kurdistanê dibêjin, ew ji me re dibêjin: Erê, welat û gelê Serok Barzanî.”

Elî Caf amaje jî da: “Me ewlehiya eliktironî ya Kurdistanê û dezgehên wê ji hemî gefan parastine. Min gelek malperên DAIŞê yên ku gef li Herêma Kurdistanê dixwarin hak kirine û wêran kirine.”

Navbirî herwesa got: “Me bi dehan kes jî ji xwekuştinê rizgar kirine, ku gefên eliktironî li wan dihatin xwarin.”

Elî Caf pênc kitêb li ser gefên eliktironî nivîsîne, ya herî girîng jî kitêba lêkolîna parastina tawankarî û tawanên eliktironî ye, ku behsa gefên eliktironî dike û ji welatiyan û hemî kesên ku di warê teknolojiyê de dixebitin re dibe şiroveker.

 
Fly Erbil Advertisment