Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Heme Reşîd Hacî Rostem Şemêranî re xwast

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarên Pêşmerge û kesatiyê têkoşer û navdar ê Kurdistanê Lîwa Heme Reşîd Hacî Rostem Şamêranî re xwast.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 20ê Cotmeha 2025ê) nameyeka sersaxiyê ji ber wexera dawiyê ya Lîwa Heme Reşîd Hacî Rostem Şamêranî belav kir û tê de ji wî re bihuşt û ji malbat û kesûkar û heval û nasên wî re jî sersaxî xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê nameya sersaxiyê de got: "Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmergeyê qehreman û Fermandarê Lîwaya Duyê ya Fermandariya Zerevaniyê û kesatiyê têkoşer û navdar ê Kurdistanê Lîwa Heme Reşîd Hacî Rostem Şamêranî, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên wî yên rêzdar re dixwazim."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: "Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan."