Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji 200 hezar bermîlên rojane derbaz bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê gihîştiye nêzîkî 205 hezar bermîlên rojane û heta niha çar milyon bermîlên petrolê hatine berbazarkirin.
Li gorî wan haydariyên ku bi dest Kurdistan24î keftine, niha li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê rojane 200 heta 205 hezar bermîlên petrola xav bi rêya boriyê ji bo bendera Ceyhanê hatine hinardekirin û bi hebûna Nûnerê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Şîrketa SOMOyê ya Iraqî tê berbazarkirin.
Ji hingê ve ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ji nû ve hat destpêkirin, çar milyon bermîlên petrolê li wê benderê hatine berbazarkirin û dahata wê jî rasterast ji bo hikûmeta federal vegeriyaye.
Her li gorî wan haydariyan, tevî peymana sêalî lê hikûmeta federal hîn jî pabendî wê peymanê nebûye û mafên darayî yên şîrketên hilberînerên petrolê nedaye. Herwesa biryar e ku, piştî hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê gereka dî ya danûstandinan di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê de bê destpêkirin.
Piştî derbazbûna du sal û şeş mehan, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Federal û Nûnerê Şîrketên Hilberînerên Petrolê peymaneka sêalî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kir û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê saet 7:00 ê serê sibeha roja 27ê Îlona 2025ê bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhan hat destpêkirina û li destpêkê 190 hezar bermîl hatin hinardekirin.