Mesrûr Barzanî: Tu aliyek nikare wek PDKê mafên Kurdistanê biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand: “Vê carê em dixwazin mafên destûrî yên hemî xelkê Iraqê, bi taybetî jî xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin." Tekez jî kir: "Tu aliyek nikare wek PDKê mafên Kurdistanê biparêze."
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 20ê Cotmeha 2025ê) di nav karnavala kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Hewlêrê ragihand: "Ev hilbijartin ji bo me bi qasî her hilbijartineka din girîng in, ji ber ku vê carê em dixwazin mafên destûrî yên hemî xelkê Iraqê, bi taybetî jî xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin."
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Pir pir girîng e ku em hemî bi awayekî çalak tevlî van hilbijartinan bibin. Em hemî biçin ser sindoqên dengdanê û em xwe bi xwe, kesûkar, heval û nasên xwe teşwîq bikin. Werin vê carê, em nîşanî dost û dijminên xwe bidin ka hêza PDKê çi ye. Ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li seranserê Iraqê.”
Amaje jî da: "Bê guman, PDK partiya herî mezin û bihêz a Kurdistanê ye, lê em dixwazin biselimînin ku ew di eynî demê de partiya siyasî ya herî bihêz a Iraqê jî ye."
Tekez jî kir: “Heta ku PDK hebe, tu hêzek nîne ku bifikire ku êrîşî Kurdistanê bike. Bi vê helkeftê, ez dixwazim 20ê Cotmehê li hemî welatparêz, Pêşmergeyên qehreman û we yên rêzdar û xweşevî pîroz bikim. Îro roja Dastana Pirdê ye. Li we hemiyan pîroz be.”
Ron jî kir: “Îro salvegera bîranîna îradeya me ya neteweyî ye, ku çawa biryara xweragiriyê, biryara parastina maf û rûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê li beranberî xayîn û dagirkeran bi ser ket.”
Herwesa ragihand: "Heke em tevlî vê dengdanê nebin, kesên din dê li şûna me dengê xwe bidin. Ger PDK li cihekî nebe, mirov ne piştrast e ku tu partiyeka din mîna PDKê bikare mafên Kurdistanê biparêze."