Ji bo çareserkirina aloziyên Helebê, HSD û şandeke Şamê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyeke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li bajarê Tebqayê pêşwazî li şandeke hikûmeta Şamê kir. Di civînê de, aloziyên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rêyên çareseriya aştiyane hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, komîteyek leşkerî ya HSDˊê duh 20ê Cotmehê li bajarê Tebqayê pêşwazî li şandeyek hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir.
Diyar kir jî, di civînê de herdu aliyan li ser rêbazên çareserkirina aloziyan bi rêyên aştiyane sekinîn, bi awayekî ku ewlehî û aramiya xelkê misoger bike û rê li ber her cure geşbûna aloziyan li qadê bigire.
Wek gaveke niyazpakiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk hejmarek ji leşkerên hikûmeta Şamê yên ku di demên borî de li cihên cuda hatibûn girtin, radestî şanda hikûmetê kirin.
HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ew pabendî çareseriyên aştiyane ne û li ser parastina aramiyê û misogerkirina ewlehiya sivîlan li hemû herêman rijd in.
Tevî rêkeftina 7ê vê mehê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, lê dorpeça li ser taxên Kurdî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê hîn jî berdewam e. Rêveberiya taxan hişyarî dide ku ji ber rêgirtina li derbasbûna xwarin, vexwarin û sotemeniyê, metirsiya karesateke mirovî derketiye holê.