Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Me gelek qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand, di dema desthilatdariya AK Partiyê de gelek qedexeyên li ser zimanê Kurdî hatine rakirin. Tunç diyar kir ku di çarçoveya "prosesa Tirkiyeya bêteror" de gavên girîng hatine avêtin û wek mînak bikaranîna Kurdî li televîzyona fermî û mafê parastinê bi zimanê zikmakî li dadgehan nîşan da.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, duh 20ê Cotmehê di Merasîma Vekirina Sala Akademîk a Zanîngeha Bartin de derbarê gavên ku di warê zimanê Kurdî de hatine avêtin de axivî û got, di dema desthilatdariya partiya wî de gelek astengî ji holê hatine rakirin.
Tunç ev gavên ku hatine avêtin wiha rêz kirin: "Bikaranîna zimanê Kurdî li televîzyona fermî, vekirina Enstîtuya Kurdî, rêdana bi tometbaran ku li dadgehan bi zimanê xwe yê zikmakî parastina xwe bikin û rêdana bi siyasetmedaran ku bi zimanê xwe propagandeya hilbijartinê bikin."
Wezîrê Dadê îdia kir, hikûmeta wan cudakarî ji holê rakiriye û bêyî cudahî xizmeta hemû herêmên Tirkiyeyê kiriye.
Ev daxuyanî di demekê de ye, pêştir Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş nehiştibû Dayika Aştiyê Nezahat Teke di civînê komisyonê de bi Kurdî biaxive. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî piştre di konferanseke rojnamevanî de rexne li vê helwesta Kurtulmuş girtibû û gotibû: "Ev helwest nayê qebûlkirin."
Dogan got, "Endamên me yên di komîsyonê de pêşniyar kirin ku ew dikarin wergerê bikin, lê nehat qebûlkirin. Ev helwest nayê qebûlkirin."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê herwiha amaje pê kir ku zemîneyeke lihevtêgihiştinê heye û got: "Di komîsyonên parlamentoyê de civînên girîng hatin lidarxistin. Dema ev zemîneya ku hatiye afirandin bibe daîmî, wê demê Tirkiye dê ji terorê rizgar bibe."
Yilmaz Tunç ev proses bi "destûreke nû ya sivîl" a ku ji aliyê gel ve were qebûlkirin ve girê da û wek destpêkeke nû ji bo "sedsala duyem a Tirkiyeyê" binav kir.