Parlamentoya Tirkiyeyê dema mayîna leşkerên xwe li Iraq û Sûriyeyê dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyara serokomariyê ya ji bo dirêjkirina erka Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li nav axa Iraq û Sûriyeyê ji bo sê salên din pesend kir.
Di rûniştina roja Sêşemê de, parlamentoyê yadeştek ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hatibû amadekirin, xist rojeva xwe. Di encama dengdanê de, ji bilî CHP û DEM Partiyê, piraniya partiyan dengê "erê" dan û mandaya nû hate pesendkirin. Mandaya nû dê ji 30ê Cotmeha îsal ve dest pê bike.
Di yadeştnameya Serokomariyê de, sedema dirêjkirinê wek "gef û metirsiyên terorîstî yên li ser sînorên başûrê Tirkiyeyê û berdewamiya bêaramiyê li herêmê" hate destnîşankirin û hat îdiakirin ku ev rewş "metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê" çêdike.
Herwiha di belgeyê de pabendiya Tirkiyeyê bi "parastina yekparçeyiya axa Iraqê, yekîtiya neteweyî û aramiya wî welatî" hate dubarekirin. Derbarê Sûriyeyê de jî hat gotin ku ji bo "piştgirîkirina hewlên navneteweyî û çareserkirina krîzê, divê tedbîrên pêwîst li dijî hemû gefan bên wergirtin."
Li gorî Ajansa Anadoluyê ya fermî ya Tirkiyeyê, armanca vê pêngavê "rêgirtina li êrîşên muhtemel ên rêxistinên terorîstî" yên ji Iraq û Sûriyeyê ye.
Ev nêzî çaryek sedsalê ye ku Tirkiye bi hinceta rûbirûbûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dehan baregehên leşkerî li nav axa Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê ava kirine. Operasyonên artêşa Tirk li dijî PKKê li nav axa Iraq û Sûriyeyê bi awayekî berdewam didomin.