Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me bi Bexdayê re ne tenê mûçe ye, mafên me yên destûrî hatine binpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, li bajarê Amêdiyê mîtîngeke mezin a bangeşeya hilbijartinê ji bo Lîsteya 275an a Partiyê hat lidarxistin. Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya beşdarbûna di hilbijartinan de kir û ragihand ku pirsgirêka Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re ne tenê mijara mûçeyan e, lê belê binpêkirina mafên destûrî ye.

Mesrûr Barzanî îro 22ê Cotmehê di mîtînga bangeşeya hilbijartinê ya li Amêdiyê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de amaje bi rola dîrokî ya devera Amêdiyê kir û got: "Devera Amêdiyê landika şoreş û destanên gelê Kurd bûye. Ev der cihê Pêşmerge û şehîdên me ye. Gelek caran dagirkeran xwestiye axa welatê me dagir bikin, lê Pêşmerge û xelkê welatparêz ê welatê me nehîştine axa wan bê dagirkirin."

Cîgirê Serokê PDKê bang li xelkê kir ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin û wiha axivî: "Pir pêwîst e em biçin ser sindoqên dengdanê û rê li ber plana neyar û dagirkeran bigirin. Pêwîst e em dengê xwe bidin nûnerên xwe da ku biçin Bexdayê û berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin."

Derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re, Barzanî rewşa piştî rûxandina rejîma Beisê bi bîr xist û got: "Rast e piştî rûxandina rejîma Beiê ya berê, me rûpeleke nû vekir û hêviyeke me ya mezin hebû ku demokrasî û federalî dê mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê misoger bikin, lê mixabin mafên me yên destûrî hatin binpêkirin."

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku pirsgirêk ji mijara mûçeyan kûrtir e û ragihand: "Pirsgirêka me bi Bexdayê re ne tenê mûçe ye, lê gelek caran neyarên me xwestine me bi mijara mûçeyê ve mijûl bikin. Ew mafekî destpêkî yê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku wek her kesekî din mûçeyê xwe werbigire, ne minet e û kes xêrê bi me nake. Mafên me ji vê pirsê gelek mezintir in."

Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku armanca PDKê ji siyasetê, ne tenê dabînkirina mûçeyan e, lê belê avakirina jiyaneke şayeste ye ji bo hemû welatiyan. Wî got: "Em dixwazin baştirîn jiyan pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê bikin. Em naxwazin çavê me tenê li mûçeyê be; em dixwazin jiyana xelkê me wek ya welatiyên li welatên pêşketî yên cîhanê be. Em ji wan tiştekî kêmtir nînin."

Cîgirê Serokê PDKê, bi tundî rexne li wan aliyan girt ku hewl didin Herêma Kurdistanê lawaz bikin û got: "Gelek caran neyarên me yên navxweyî û derve destên xwe kirine yek û hevpeymanî pêk anîne, da ku mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê bibirin û rê li ber pêşketin û avadaniya Herêma Kurdistanê bigirin. Wan xwestiye PDKê têk bibin, ji ber ku dizanin ku hêvanê Kurdayetiyê, hêvanê şoreşê û hêviya paşeroja Kurdistanê, PDK ye."

Derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê ya di nav Iraqê de, Mesrûr Barzanî bi zelalî helwesta PDKê anî ziman û got: "Heya ku em di nav Iraqê de bin, divê mafê xelkê me wek mafê her welatiyekî din ê Iraqê yeksan be. Em bi ti awayî qebûl nakin ku em ji ti kesekî din ê vî welatî kêmtir bin."

Herwiha erkê kandîdên PDKê li Bexdayê destnîşan kir û got, divê ew ne tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo tevahiya Iraqê bixebitin. Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: "Divê kandîdên PDKê li Bexdayê, berevaniyê li mafên xelkê hemû Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Li beşeke mezin a bajarên Iraqê, rewş û debara xelkê gelek xirab e; av, kehreb, ewlehî û xizmetguzariyên din nînin. Ti hêviya wan nîne, niha tekane hêviya wan ew e ku em alîkariya wan bikin."

Cîgirê Serokê PDKê got jî: "Rejîma berê ya Iraqê di pêvajoyên Enfalê de gundên Herêma Kurdistanê wêran kirin û xelkê me enfal kir. Berpirsên Bexdayê, li şûna ku me qerebû bikin, ji ber pêşketin û destkeftiyên me, me ceza dikin. Ew pereyê ku mafê me ye, li cihên din xerc dikin. Li ser xelkê xwe jî xerc nakin; xwezî li ser xelkê xwe xerc bikira, lê nakin. Tenê Xwedê dizane ew pere li ku derê xerc dikin."

 

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment