Rêya sereke ya taxa Eşrefiyê li Helebê careke din hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li Helebê, îro 22'ê Cotmehê, bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya cîbicîkirina bendên lihevkirinên bi Rêveberiya Ewlehiya Giştî re, rêya sereke ya ber bi taxa Eşrefiyê ve careke din hatiye vekirin.
Di daxuyaniya Asayîşê de hat gotin: "Di çarçoveya cîbicîkirina bendên lihevkirinên di navbera herdu aliyan de, îro xala kontrolê ya Eşrefiyê (Xala Nexweşxaneya Yewnanî) li bajarê Helebê, bi çavdêriya rasterast a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi hevahengiya bi hêzên hikûmetê re, hat vekirin."
Asayîşê tekez kir, ev pêngav bi armanca asankirina çûnûhatina welatiyan, birêxistinkirina derketin û ketina taxê, û xurtkirina hevkariya li ser erdê hatiye avêtin û ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê gaveke girîng e.
Ev pêngav piştî serdaneke şandeke Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hat. Di dema serdanê de, bend û astengiyên ku li derdora taxê hatibûn danîn, hatin rakirin.
Li gorî rêkeftinên nû yên ewlehiyê, niha li herêmê tenê xaleke ewlehiyê ya hevpar di navbera Hêzên Asayîşê û hêzên hikûmetê de maye, da ku tevgera welatiyan hêsantir bibe û aramî were parastin.
Tevî vekirina vê rêya sereke, li gorî zanyariyên ji herêmê, rêya Şuştingeha Cizîrê û rêya Şiqeyf li Şêx Meqsûd li pêşiya sivîlan girtî mane.
Tevî rêkeftina 7ê vê mehê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, lê dorpeça li ser taxên Kurdî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê hîn jî berdewam e.
Roja 6ê Cotmehê hêzên hikumetê heft deriyên sereke yên ku diçin her du taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) li ber çûn û hatina welatiyan girtibûn.