Mesrûr Barzanî projeya avê ya Quştepeyê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeya avê ya Quştepeyê dê sibe ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê vekirin, ku dê pirsgirêkên avê yên qezaya Quştepeyê, nahiyeya Bîstaneyê û 72 gundên wê deverê ji bo 20 salên bê çareser bike. Ev jî yek ji projeyên herî girîng ên serkeftî yên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê hesibandin.
Biryar e ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibe (Pêncşem, 23ê Cotmeha 2025ê) projeya avê ya Quştepeyê veke. Bi rêya wê projeyê, 112 bîr dê bên daxistin, 15 hezar hevpar û 63 hezar kes dê feydeyî jê werbigirin, ku dê her 24 saetan 72 hezar metrên sêcarkî yên avê pêşkêşî xelkî bike.
Pêştir Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek li ser projeya avê ya Quştepeyê belav kir û tê de amaje da: “Piştî ku par Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatî yê projeya avê ya Quştepeyê dana, ku dema bicihanîna wê projeyê du sal bûn, lê dê berî dema diyarkirî bê temamkirin.”
Fermangeha Medya û Zanyaran herwesa got: “Projeya avê ya Quştepeyê dê bi 222 milyar dînaran bi destê karî yê navxwe bê çêkirin. Ev proje dê ava vexwarinê û avdana çandiniyê ji bo qezaya Quştepeyê, nahiyeya Bîstaneyê û 72 gundên wê deverê dabîn bike.”
Li gorî wê ragihandinê, borî ji bo hemî gundan hatiye rakêşan û dê di saetekê de 3 hezar metrên sêcarkî yên ava paqij bi standardên navneteweyî dabîn bike û 240 welatî dê feydfeyî jê werbigirin.
Ev proje karekî din ê serkeftî yê kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Bi temamkirina wê jî, heta 20 salên bê devereka kêmav dê ji nû ve bê avakirina û arêşeya avê namîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 22ê Cotmeha 2025ê) Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê ya Giştî li komelgeha Dêralûkê ya qezaya Amêdiyê û parêzgeha Dihokê vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her îro li nahiyeya Sersinkê ya qezaya Amêdiyê Otela Berî-Hecerî jî vekir, ku li sala 1946ê dest bi avakirina wê hatibû kirin û vê dawiyê hatiye nûjenkirin.”


