Akademîsyen: Pêvajo ji bo ku Erdogan careke din bibe Serokomar dest pê kiriye

Diyarbekir (K24) – Piştî salekê akademîsyen û siyasetmedar derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd de amaje dikin ku gotinên dîrokî hatin bilêvkirin, civînên dîrokî hatin li dar xistin, PKKê bi gaveke dîrokî rêrisma çekdanînê lidar xist, lê hîn jî dewletê bo çareseriya pirsa kurd gavek dîrokî neavêtiye ku pêwîst bu heta niha derbarê zimanê kurdî an jî nasnameya kurd de gavek bihata avêtin.

Salek ji ser destpêkirina pêvajoya nu ya çareseriya pirsa kurd derbas bû ku 22ê cotmeha 2024ê de serokê MHPê Dewlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de amaje kiribu ku bila Rêberê PKKê Abdullah Ocalan were parlementoyê û banga feshkirina PKKê bike, li ser vê yekê banga hilweşandinê hat kirin, PKKê bi daxuyaniyekê kongreya xwe civand û xwe hilweşand û rêrismek çekşewitandinê jî lidar xist û paşê jî komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û komîsyonê jî 15 civîn lidar xistin. Akademîsyen salvegera destpêka pêvajoyê de dibêjin pêwîst bû heta niha boz iman û nasnameya kurd gavek bihata avêtin.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal ji K24ê re got: “Pêvajoya niha dimeşe bo hilbijartinê hatiye avakirin. Pêvajo ji aliyê burokrasiyê ve tê rêvebirin, armanc ew e ku Erdogan carek din bibe serokomarê Tirkiyeyê. Wê hem wisa bikin ku kurd dengê xwe nedin CHPê hem jî û hem jî Dem Partiyê nêzîkî xwe bikin. Ji xwe heta niha ti gavek şênber jî nehatiye avêtin. Çima ti kes napirse, piştî ku Birêz Numan Kurtulmuş helbesta kurdî xwend, gelo di kar û xebatên parlementoyê de zimanê kurdî hat nasîn an ne. Li gorî rêgezên parlementoyê kar û xebat û gotinên serokê parlementoyê tên berhevkirin û bi awayeke nivîskî tên tomarkirin, gelo ew helbest hat nivîsîn û gelo hat gotin ku bi kurdî ye.”

Rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ji ber ku bo mafên kurdan hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin di nava civakê de nêrînek wisa çêdibe ku pêvajo ber bi pêvajoya mijulkirinê ve diçe.

Cîgirê Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş dibêje: “Bi ya min dewlet dixwaze rewşa suriyeyê bibîne, ji xwe ev pêvajo girêdayî rewşa Suriyeyê dest pê kiribû, çarenusa pêvajoyê jî dê li gorî encama rewşa suriyeyê aşkere bibe. Armanca vê pêvajoyê ne çareseriya pirsa kurd e. Ji xwe ew jî dibêjin ev pêvajo, pêvajoya Tirkiyeya bêteror e.”

Akademîsyen û siyasetmedar dibêjin, pêvajo girêdayî hilbijartinek pêşwext û rewşa suriyeyê buye pêvajoya mijulkirinê, rayedarên AK Partiyê jî dibêjin serdanên Serokê Parlementoyê û Wezîrê Karên Navxwe û peyamên wan ên xurt hêvî dane civakê û dê gavên şênber werin avêtin.

 
Fly Erbil Advertisment