Berdevkê Geştûguzariyê: Projeyên geştyarî 20 hezar derfetên karî peyda kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ragihand, bi saya planên Kabîneya Nehem, sektora geştyariyê geş bûye û 20 hezar derfetên karî afirandine.

Îbrahîm Ebdulmecîd di hevpeyvîneke xwe de ligel K24ê Îbrahîm Ebdulmecîd ragihand, danberhevkirina sektora geştyariyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê neheqî ye, ji ber ku Kurdistan li gorî Iraqê di asteke pir pêşketîtir de ye. Herwiha got, piraniya geştyarên Herêma Kurdistanê jî ji başûr û navenda Iraqê tên, ku ev yek jî vê rastiyê îsbat dike.

Berdevkê desteyê herwiha da zanîn, hejmara geştyaran, bi taybetî geştyarên navdewletî, bi awayekî berçav zêde dibe û sedema vê yekê jî bi stratejiya kabîneya nehem a ji bo vejandin û curbicurkirina çavkaniyên dahatê ve girê da. Li gor wî, geştûguzarî yek ji wan sektorên sereke bû di planên hikûmetê de.

Îbrahîm Ebdulmecîd eşkere kir, di pênc salên borî de 80 projeyên stratejîk ên geştyariyê li seranserê Herêma Kurdistanê bi budceya zêdetirî 7 milyar û 500 milyon dolarî hatine cîbicîkirin, ligel zêdetirî 700 projeyên rê û banan.

Li gorî wî, li seranserê Herêma Kurdistanê 3 hezar û 100 cihên geştyarî hene, ku ji 482 otêl, 282 motêl, nêzîkî 1000 xwaringeh, 44 kompleksên geştyarî û nêzîkî 700 kompanyayên geştyariyê pêk tên. Wî got jî ku Herêma Kurdistanê xwedî kapasîteya pêşwazîkirina 100 hezar geştyaran e.

Derbarê dahata geştyariyê de, Ebdulmecîd diyar kir, du corên dahatê hene; yek jê rasterast ji geştyaran diçe ji bo welatiyan û ya din jî wek dahat vedigere ji bo hikûmetê. Herwiha got, her geştyarekî ji başûr û navenda Iraqê tê, di navbera 250 heta 350 dolarî xerc dike, lê geştyarên navdewletî nêzîkî 2000 dolarî xerc dikin.

Di dawiyê de wî destnîşan kir, di sektora geştyariyê de zêdetirî 20 hezar kes kar dikin û ji wan zêdetirî 80% welatiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê ne. Herwiha ragihand ku masterplana ji bo pêşxistina sektora geştyariyê hemû Herêma Kurdistanê li xwe digire û ti cudahî di navbera deveran de nayê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment