Şandeya Encûmena Gel bi xelkê ‘Taxa Kurdan’ a Şamê re civiya

Şam (K24) – Şandeyeke Encûmena Gel a Sûriyeyê serdana taxa Kurdan a Ruknedînê li paytext Şamê kir û li gel welatiyan civîneke berfireh lidar xist.

Civîn bi armanca bihêzkirina pêwendiyan di navbera hikûmeta veguhêz û pêkhateyên gelê Sûriyeyê de li Navenda Çandî ya taxê hat lidarxistin. Di civînê de, nûnerên Encûmena sivîl û kesayetiyên taxê amade bûn.

Endamê Encûmena Gel Hesen Şêxe derbarê armanca serdanê de  ji K24ê re got: "Armanca me ya sereke ew e ku em tekez bikin hemû gelê Sûriyeyê yek in, bêyî cudahî û bingeha taîfî. Berê pêkhate hatin parçekirin û ji hev cuda kirin. Armanca serdana vê carê ew e ku em hemû pêkhateyan bigihînin hev da ku em bi hev re Sûriyeyeke nû ava bikin."

Di civînê de, welatiyan giliyên xwe yên derbarê lawaziya xizmetguzariyan, wêranbûna binesaziyê û pirsgirêkên jiyana rojane de anîn ziman.

Endamekî din ê Encûmena Gel, Ednan Xetîb tekez kir ku ev hevdîtin ji bo gihandina dengê rastîn ê xelkê girîng in û got: "Em soz didin ku li hemû navendên çandî yên taxên Şamê di van hevdîtinan de berdewam bin, da ku em guh bidin nêrîn, hêvî û xewnên xelkê û wan bigihînin parlamentoya Sûriyeyê ji bo ku werin cîbicîkirin." 

Di dawiya civînê de tekezî li ser girîngiya dubarekirina van hevdîtinan û avakirina komîteyên hemahengiyê ji bo şopandina pirsgirêkan hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment