Serokê Amedsporê: Em ê li ser nivîsa bi kurdî berdewam bin
Diyarbekir (K24) – Serokê nû yê Amedsporê Nahît Eren û Rahênanê nû yê Amedsporê Nahît Eren bi hevre civînek çapemeniyê li darxistin, di daxiyaniyan de hat amaje kirin ku armanca sereke ew e ku Amedspor derbikeve Lîga Super a Tirkiyeyê û bi awayeke mayînde Lîga Super de bimîne. Serokê nu yê Amedsporê amaje kir ku ewê li ser nivîsa kurdî ya li ser formayên Amedsporê berdewam bin.
Di 9ê cotmehê de Amedsporê bi rahênanê xwe yê nu Sînan Kaloglu re Peyman îmze kir û di 18ê cotmehê de jî Nahît Eren wek serokê nu yê Amedsporê hat hilbijartin. Piştî ku Nahît Eren û Sînan Kaloglu dest bi kar kirin jî bo nasîn û diyarkirina armancan bi çapemeniyê re civînek pêjk anîn.
Di civînê de Sînan Kaloglu amaje kir ku Amedspor tîma herî xurt a Lîga 1. A Trendyolê ye û niha kêmasî di qada bergiriya Amedsporê de heye û di warê berxwedêriya lîstikvanan de pirsgirêk hene ku dê li ser van herdu mijaran rahênanan bikin û yariyên serkeftî encam bidin.
Kaloglu anî zimên ku dema ji Amedsporê bang li wî kirine ew gelek keyfxweş buye û bi yekîtî û bi baweriyê ewê bi ser bikevin.
Sînan Kalogluyê ku berê Diyarbekirsporê de jî lîstibu amaje kir ew keyfxweş e ku dê careke din li Diyarbekirê kelecana futbolê bijîn.
Serokê nû yê Amedsporê Nahît Eren jî da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku di Lîga 1. A Trendyolê bibin yekem û sezona bê de derbikevin Lîga Super û di Lîga Super de jî bibin tîmek mayînde.
Derbarê sizadana Amedsporê ya ji ber nivîsa kurdî de jî Nahît Eren da zanîn ku wek agahî ew pê hesiyane ku ew siza hatiye betalkirin lê derbarê vê mijarê de ji federasyonê nivîsek fermî ji wan re hîn nehatiye.
Li ser mijara ku alîgirek Amedsporê li Sakaryayê ji ber formayê Amedsporê li xwe kiribu rastî êrîşê hatibu Nahît Eren anî zimên ku ew bi wî alîgirî re katiye têkiliyê pê re axifiye, Eren got ku divê êdî di fıtbolê cihê êrîşên wisa nebe û divê herkes bi reng û nasnameya xwe bi awayeke azad bijî.
Nahît Eren da zanîn ku ewê pêvajoya hiquqî ya wê êrîşê jî ji nêz ve bişopînin û amaje kir ku ewê ti caran li hember êrîşên dijî çand û remzên xwe bêdeng neminin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren derbarê pêvajoya çareseriyê de jî amaje kir ku divê pêvajoa bi awayeke erênî bandora xwe li hemu qadên jiyanê bike ku ew hêvî dikin bandorek erênî li futbolê jî bike û bibe wesîle ku pêşiya Amedsporê jî vebe û astengiyên pêşiya Amedsporê jî ji holê rabin.
