Şêwirmendê Ehmed Şera li Efrînê: Armanca me bihêzkirina yekîtiya civakî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Karûbarên Medyayê yê Serokê Sûriyeyê, Ehmed Zêdan, ragihand, li ser fermana serokatiyê, ew ligel şandeyekê serdana herêma Efrînê kiriye, da ku guh bide daxwaz û giliyên xelkê.
Şêwirmendê Karûbarên Medyayê yê Serokê Sûriyeyê, Ehmed Zêdan, duh 23ê Cotmehê serdana herêma Efrînê û li gel xelk û berpirsên herêmê di semînereke siyasî de civiya.
Ehmed Zêdan li ser serdana xwe di daxuyaniyekê de got: "Rênimayên Serok Ehmed Şera zelal bûn ku em serdana xelkê xwe li Efrînê bikin û li gel wan bicivin." Herwiha da zanîn ku armanca serdanê hevdîtina bi berpirs û xelkê Efrînê re bû "da ku em guh bidin şîret, gilî, rexne û rênimayên wan ji bo başkirina rewşê li Efrînê û li Sûriyeyê bi giştî."
Zêdan tekez kir, "ezmûna herî mezin" a li pêşiya Sûriyan niha, "bihêzkirina yekîtiya civakî" ye û got: "Pêwîst e em wek Sûriyeyî hest bikin ku berpirsiyariya her kesî ji me, çi Efrînî, Ezazî, Idlibî, Helebî yan Şamî be, ew e ku vê dewleta nû ya ku piştî 63 salan ji êş û azarê ava bûye, xurt û çespandî bikin."
Şêwirmendê Serokê Sûriyê herwiha da zanîn, ew wek dewlet li hember hemû herêmên Sûriyeyê di heman nêzîkahiyê de ne û got: "Em bêyî ku li paşxaneya wan a etnîkî yan taîfî binêrin, nêzîkî wan dibin. Sûriye ew e ku me li hev dicivîne û berjewendiya Sûriyeyê me hemûyan digihîne hev."
