Opozîsyon yekdeng e: Hevdîtinên aştiyê û tezkereya şer bi hev re nameşin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye komisyona bo proseya aştiyê ber bi dawîbûna guhdariya aliyan ve diçe. Şandeya Îmraliyê jî dê bi serokkomarê Tirkiyeyê re cara sêyem bicive derbarê proseya aştiyê de. Ji aliyekî din ve mawêya tezkereya bo Sûriye û Iraqê bo sê salan hate dirêjkirin. Derbarê bandora vê ya ser proseyÊ de ligel ku parlamenterekî DEM partî dibêje operasyoneke pêk were dê prose têk biçe, parlamenterekî CHPê jî dide zanîn ku helwesta jidil bi mîsogerî û derxistina yaseyan pêkane.
Li Tirkiye Komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ku heta niha 15 civîn pêk anîne û guhdariya 128 sazî û kesan kiriye êdî tê dawiya qonaxa guhdariya aliyan. Lê têvî birêveçûyîna proseyê stezkereya ku rê dide Tirkiye serbazan bişîne bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê li parlamentoyê hate pesendkirin. Tezkereya ku cara yekem e bo sê salan hate dirêjkirin taybetî ji aliyê DEM Partî û CHPê ve rastî bertekan hat gotin ku civak li benda gavên yaseyî ye lê tezkere tê qebûlkirin ku hêj Kurdan wek gef dibînin.
Parlamenterê DEM Partiyê jî dide zanîn; jixwe baweriuya civakê bi proseyê kêm e û dema ev pengavên wisa jî tên avêtin bawerî yekcar tê diçe.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ji K24ê re got: “Hêviya me ji pêvajoyê rast e tengasî ye, lê belê ku operasyon çênekin. Jixwe dema ku operasyon çêbikin ev pêvajo dê xirap bibe. Em her vê dibêjin ku Rojava xeta me ya sor e. Daxwaziya me ew e Tirkiye cînartiya Kurdan bide qebûlkirin. Birêz Ehmed Turk got: heta ku HTŞ Bibe cîranê Tirkiyeyê teamul bikin, bila Kurd bibin cîranê Tirkiyeyê ye. Ev mesele 86 milyon însanan eleqedar dike. Tirkiye rast e li vir gavên hiqûqî û yseyî naavêje lê însanên me jî, gele me jî, gele Tirkiyeyê jî, Ereb, Tirk, Ecem em bibêjin Çerkez zêde baweriya wê bi vê nayê, gav nayê avêtin.”
Ji aliyê DEM Partiyê ve hat ragihandin ku bi vê tezkerê proseya entegrasyona li Tirkiye û Sûriyê tê şikandin. CHPê jî bertek nîşanî desthilatê da û pirsî: Ger komisyon dê biçe Îmraliyê çima dê Artêşa Tirkiye biçe Sûriyê û Iraqê? Parlamenterekî CHPê yê berê jî derbarê birêveçûyîna proseyê û têkilî vê pengava tezkere wiha axivî.
Parlamenterê CHPê yê berê Yildirim Kaya got: “Li Tirkiyê em behs û parastina aştiyê dikin û proseyeke çareseriyê heye. Loma dema meclis vebû divê gavên yaseyî hatiba avêtin. Dê ew kes çêkên xwe radestî ku bikin? Piştî ku radest kirin dê çi bê serê wan? Tenê bi bangeke ziwa ev prose derbasî qonaxeke erênî nabe. Bi paşguhkirina rewşa Iraq û Sûriye, şandina serbazan digel ku pêdiviyek nîne çima? Guhdariya biryarên Biryarên Dadgeha Ewropa û Destûra Bingehîn nayê kirin ku komisyon tenê xwe diştexilîne. Helwesteke jidil bi mîsogeriya yaseyan pêkan e ne bi derxistina tezkereyan.”
Tê payîn dawiya vê mehê komisyon mazuvaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê Saziya Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bike. Dê di civîneke girtî de zanyariyên dawî yên qadê û proseyê bi komisyonê re bên parvekirin ku dê piştre jî qonaxa amadehiya raporta çaksaziyên yaseyî dest pê bike.
Di demeke ku komisyon ber bi bidawîbûna qonaxa guhdariya aliyan ve diçe Şandeya Îmraliyê di demeke nêzîk de cara sêyem bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive. Derbarê civînê ya teqez ewe ku ev hevdîtin dê di warê pêşveçûna proseyê û nexşereya desthilatê ya derbarê proseyê de xwedî bandoreke diyarker be.
