Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PDK li Neynewayê bibe partiya yekem

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi  amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, îro 24ê Cotmehê ahenga bangeşeya hilbijartinê ji bo namzetên PDKê yên parêzgeha Neynewayê, li Dihokê birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî di gotareke xwe de ji amadebûyên ahengê re got: "Hûn nûnerên sînoreke pir berfireh û girîng in, hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo tevahiya Iraqê." Herwiha amaje bi wê yekê kir ku sînorê Neynewayê bi hemû netewe û olên xwe ve "Iraqeke biçûk e."

Cîgirê Serokê PDK'ê tekez kir ku "bihêzbûna Partiyê li Bexdayê, ji bo hevsengiyê, bihevrekarinê, berjewendiyên sînorê Neynewayê, Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê girîng e." Got jî: "Ji bo paşeroja Kurdistan û Iraqê, pêwîst e PDK li Neynewayê bibe yekem. Ev soza me ye di van hilbijartinan de."

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: "Li her cihekî ku PDK bihêz be, aramî û avadanî heye, medeniyet û pêşketin heye. Ji ber vê yekê, berî ku berjewendiya PDKê be, di berjewendiya parêzgeha Neynewayê de ye ku PDK bihêz be. Ev di berjewendiya pêkhateyên olî û neteweyî de ye, lewma pêwîst e PDK bihêz be."  

Nêçîrvan Barzanî bang li xelkê kir û got: "Pêwîst e roja 11'ê Mijdarê em biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin Lîsteya 275'an a PDKê." Herwiha destnîşan kir ku "ti kes û aliyek nikare û mafê wî nîne ku pêkvejiyana li Neynewayê têk bide." Cîgirê Serokê PDKê got jî, ji ber hebûna pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda, "erkê PDKê li Neynewayê zehmettir e, lewma pêwîst e hûn wek her carê şiyan û hêza xwe îsbat bikin û Lîsteya 275'an ber bi serkeftineke mezin ve bibin."

Herwiha got: "PDKê di azadkirina Iraqê de di sala 2003'an de roleke serekî lîst, serkirdatiya PDKê di nivîsandina destûra Iraqê de jî roleke serekî hebû. Piştî wê, Iraq ket nav rewşeke nearam a ewlehiyê, piştre şerê DAIŞ'ê berê xwe da Iraqê û Iraq ket nav aloziyê. Ji ber vê yekê, niha qonaxeke pir hestiyar û girîng e, ku ew jî qonaxa cîbicîkirina destûra Iraqê ye. Ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê, divê Partî bihêz be, lewma pêwîst e em bi coş û kelecan biçin ser sindoqên dengdanê."

Derbarê derketina DAIŞ'ê de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku DAIŞ "di encama siyaseteke şaş û xemsariya hinek kesan li Iraqê de, derket holê."

Li ser sîstema rêveberiya Iraqê jî got: "Iraq sîstemeke federalî ye, lê ev federalî li Iraqê nayê pêkanîn, belku Iraq bi merkeziyeteke pir xurt tê birêvebirin. Ji ber vê yekê em hemû dibînin ku her tim pirsgirêkên Iraqê li ser Madeya 140, Pêşmerge, mûçe û mijarên din hene, ku ev hemû encama necîbicîkirina destûrê ne. Lê eger em vê carê bi hêzeke mezin vegerin Bexdayê û berevaniyê li destkeftên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bikin, divê em bizanibin ku nûnerên Kurdistanê ne tenê nûnerên Kurdistanê ne; erka van nûneran berevanîkirina ji her pêkhateyeke ku zilm lê tê kirin e, lewma divê ew nûneratiya tevahiya Iraqê bikin."

Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de got: " PDKê xwe ji bo çespandin û cîbicîkirina destûrê amade kiriye, çimkî karesat wê demê çêbû ku destûr nehat cîbicîkirin." 

 
 
Fly Erbil Advertisment