Rojnameyeka Amerîkayî: DAIŞê li Sûriyeyê dest bi tevgerên xwe kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî zanyarên rojnameyeka Amerîkayî, li Rojavayê Kurdistanê, ji ber kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkayê, nebinecihiya rewşa wî welatî û guhertinên desthilatê, çekdarên DAIŞê teknîkên xwe guhertine û êrîşên xwe zêde kirine.

Rojnameya Wall Street Journalê îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) raportek li ser tevgerên çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê weşand û tê de ragihand ku, vekişîna leşkerên Amerîkayî ji Rojavayê Kurdsitanê bûye sedem ku çekdarên DAIŞê çalakiyên xwe zêde bikin.

Rojnameya amaje jî da: “Amerîkayê li Nîsana 2025ê biryar da ku hejmara leşkerên xwe ji du hezar serbazên bo hezar û 500 serbazan kêm bike, ku piraniya wan li Dêrazorê hatibûn binecihkirin.”

Wê rojnameyê herwesa got ku, çekdarên DAIŞê teknîkên xwe yên şer guhertine, di şaneyên piçûk de ku ji pênc endaman zêdetir nînin tevdigerin, û ji ber têkiliya domdar a di navbera şaneyên li bajar û deverên cuda cuda de, naskirin û girtina wan dijwar bûye.

Li gorî wê raportê, çekdarên DAIŞê kincên leşkerî li xwe nakin da ku neyên naskirin, herwesa di nav sivîlên deverê de dijîn, ku piraniya wan welatiyên Sûriyeyê ne.

 
Fly Erbil Advertisment