PKK dibêje ku sibe dê pêngaveka nû di pêvajoya aştiyê de biavêje
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya nêzîkî PKKê ragihand ku, PKK dê sibe di çarçoveya pêvajoya aştiyê û banga rêberê xwe yê girtî ya ji bo xwehilweşandinê de "pêngaveke dîrokî" biavêje.
Medyaya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) parve kiriye ku, PKK dê sibe (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) li ser banga rêberê xwe yê girtî Abdullah Ocalan û li gorî biryarên kongreya xwe ya 12ê pêngaveka nû ya dîrokî biavêje. Amaje jî daye ku, PKK dê wê "pêngava dîrokî" di konferanseke rojnamevanî de ji bo tevahiya xelkî eşkere bike.
Ev pêngava PKKê beriya civîna şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a roja 28ê Cotmeha 2025ê dê bê avêtin. Herwesa tê payîn ku ew şand berî civîna Komîsyona Parlementoyê ya 30ê Cotmehê serdana Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.
Rêberê PKKê yê 26 salan girtî Abdullah Ocalan bi merema biserxistina pêvajoya çareseriyê ya vê carê ya Tirkiyeyê li roja 27ê Sibata îsal bang li partiya xwe kir ku kongreyekê li dar bixe, xwe hilweşîne û çekan deyne. PKKê jî di navbera 5 heta 7ê Gulana îsal de kongreya xwe ya 12ê li dar xist û biryar da ku têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî bike û xwe hilweşîne.
PKKê li roja Înê (11ê Tîrmeha 2025ê) di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê ya girêdayî devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê çekên xwe danîn.
Di wê merasîma danîna çekan de, 30 endamên PKKê, ku 15 jin û 15 mêr bûn û Hevserokê Konseya Birêveber a KCKê Besê Hozat jî di nav de bû, çekên xwe şewitandin.
