Xemîs Xencer: Piştî Xudê, Serok Barzanî di hawara xelkê Enbarê hat
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê di civînekê de bi alîgirên lîsta xwe re gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Dema ku DAIŞ gihîşt Enbarê û xelkê wê aware bû, piştî Xudayê mezin, ên ku alîkariyê wan kir xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bûn.”
Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) bi alîgirên lîsta xwe ya ji bo hilbijartinên Encûmena nûnerên Iraqê re civînek li dar xist û gotarek pêşkêş kir.
Xemîs Xencer di wê gotarê de ragihand: “Ji bîr nekin, dema ku DAIŞê parêzgeha Rumadiyê dagir kir, di dû re ber bi Enbarê ve hat, we hemiyan bajarê xwe terkand û hûn aware bûn. Malbatên we li ser Pira Misêbisê mabûn. Tu kesek di hawara we nehat. Ên ku alîkariyê we kir û hembêza xwe ji we re vekir, piştî Xudayê mezin, tenê xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bûn.”
Navbirî amaje jî da: “Rêyê nedin tu kesekî ku di axaftinên xwe de xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bikin armanc, ji ber ku di demên giran û dijwar de ew bûn ên ku em hembêz kirin û alîkariya me kir.”
Pêştir xelkê Enbarê jî di salvegera rizgarkirina bajarê Enbarê de helwesta Herêma Kurdistanê bi bîr anî, ku Bexdayê û parêzgehên din deriyên xwe li wan girtibûn, lê Herêma Kurdistanê ji bo wan bû penageheka ewle. Niha jî ew hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê bê xelatkirin.
