Gotara Mesrûr Barzanî di ahenga bangeşeya PDKê ya li Hewlêrê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir: “Divê deverên veqetandî yên Kurdistanê yek li dû yekê vegerin hembêza welatî. Xaneqîn, Mexmûr, Zumar û Şingal hemî divê bên vegerandin. Nabe ku yek buhosta vê axê li bin destê dagirkeran bimîne.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) tevlî ahenga bangeşeya lîsta 275ê ya PDKê ya girêdayî bazineyên Kerkûk û Germiyanê bû.

Mesrûr Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de te tekez kir. Em dê her Kerkûk vegerînin hembêza Kurdistanê û em dê qet dev ji wê û deverên din ên Kurdistanî bernedin.

Cîgirê Serokê PDKê tekez jî kir: “Divê madeya 140 û hemî madeyên din ên têkildarî gelê Kurd wekî xwe bên bicîhanîn.”

Mesrûr Barzanî herwesa got: "PDK berevaniyê ji mafên hemî pêkhateyên gelê Iraqê dike, ne tenê yên Kurdan." Bang li hikûmeta federal jî kir ku, xizmeta welatiyên bajarên din ên Iraqê bike, ji ber ku wekî wî got "jiyana wan dijwar e û ji hemî xizmetên bingehîn bêpar in".

Gotara Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Xûşk û birayên xweşevî

Amadebûyîyên hêja

Gelê têkoşer û qehreman ê dilê Kurdistanê, hûn bixêr hatin

Ez gelek kêfxweş û bextewer im ku îro ji bo bangeşeya hilbijartinên vê carê yên Encûmena Nûnerên Iraqê di xizmeta we yên rêzdar û xweşevî de me. Ez kêfxweş im ku namzetên me îro li vê derê bi me re ne. Ez dixwazim em hemî pêkve bi germî bixêrhatina hemî namzetên xwe jî bikin. Hûn bixêr hatin.

 

Heke hûn destûrê bidin min, ez dixwazim vê bangeşeyê bi helbesta xwe ya li ser Kerkukê dest pê bikim

 

(Êşa Dilê Kerkukê):

 

Ji min re dibêjin Qudsa Kurdan e

Ev kengî rewa û wijdan e?

 

Çima Quds ji min pîroztir be?

Navê wê ji yê min ezîztir be?

 

Dîroka min tijî serwerî ye

Xbeata li dijî dagirkerî ye

 

Ez bajarê Enfalê û qurbaniyê me

Ez dagirkirî û girtî me

 

Xwediyên min hatin derxistin

Hawirde li şûnê hatin danan

 

Çima dîroka min ji bîr dikin?

Navûnîşanên min şêlû dikin?

 

Çima navê min kêm dibînin?

Bi cihên din dişibihînin?

 

Ez bajarê pêkvejiyanê me

Pêşmerge zêrevanê min e

 

Gotina Barzanî xweşik e:

Kerkûk dilê Kurdistanê ye

 

Gelî rêzdaran:

Ez spasiya xweragiriya we dikim, ez spasiya bêhnfirehiya we dikim, ez spasiya we dikim ku tevî wê hemî zilm û zora ku li we hatiye kirin, hêşta xwîna we zer e û dilê we ji bo Kurdistanê lê dide.

Ev hilbijartin ji bo me girîng in ji ber ku PDK partiya siyasî ya herî bihêz a Herêma Kurdistanê ye û tu aliyekî tune ku li Kurdistanê bi PDKê re pêşbaziyê bike, lê em dixwazin vê carê biçin û mafên destûrî yên hemî gelê Kurdistanê û heta yên hemî Iraqiyan jî li Bexdayê biparêzin. Ji bo me girîng e ku em tevlî van hilbijartinan bibin ji ber ku mixabin kesên din bi navê nûnerîtiya gelê Kurdistanê peymanên veşartî bi hev re çê kirine û hevpeymanî çê kirine. Li şûna parastina mafên gelê Kurdistanê, ew tenê ji bo berjewendiyên xwe xebitîne. Vê carê PDK dê biçe da ku Mafên gelê Kurdistanê biparêze ne ku berjewendiyên şexsî.

Ev xweşevî û rêzdar namzetên we ne, kur û keç û xûşk û birayên we ne, ew dê biçin da ku daxwaza mafên hemî gelê Iraqê, mafên gelê Kurdistanê yê stemlêkirî, mafên hemî pêkhate û ol û mezheban bikin. Ew naçin wê derê da ku ji bo berjewendiyên partî û şexsî daxwaza peymanên veşartî an jî hevpeymaniyên bi partiyên din re bikin. Ew diçin wê derê da ku madeya 140ê bi cih bînin û hemî bendên destûrî bi cih bînin.

Ew tiştê ku heta niha li Kerkûkê û deverên veqetandî li dijî hemî netewe û olên din hatiye kirin bi rastî zilmeka mezin e û êdî nayê qebûlkirin. Em dizanin ku ev zilm bi gelek awayan berdewam bûye. Rast e ku wan gelek caran ev zilm bi awayên qanûnî kiriye, lê zilm her zilmek bi qanûn an bê qanûn be, lewma em dê rûbirûyî her zordarekî bibin û em dê mafên xwe bi dest bixin.

Divê madeya 140ê wekî xwe bê bicîhanîn, divê madeyên destûrî yên binpêkirî wekî xwe bên bicîhanîn. Nabe destûr êdî ji bo hin kesan bibe bijardeyek ku madeyên ku ew dixwazin bicîh bînin û madeyên ku di berjewendiya hemî Iraqiyan de û xasma gelê Kurdistanê de ne jî bên paşguhkirin û binpêkirin. Em êdî vê yekê qebûl nakin. Vê carê têkoşîna me dê di parlementoya Iraqê de be da ku destûr bê cudahî û bê kêmasî bê bicîhanîn.

Dîroka me bi Kerkûkê re kevnar e. Kerkûk ne tenê pareka Kurdistanê ye, kerkûk dilê Kurdistanê ye. Barzaniyê Nemir, Barzaniyê bav, li ser Kerkûkê şoreşek dana. Vê carê em amade ne ku xwîn û canê xwe bidin ser Kerkûkê û em dê wê vegerînin. Kerkûk ne axek e ku em bikaribin dev jê berdin. Ne şehîdên me dev jê berda, ne em dev jê berdidin û ne jî hûn dev jê berdidin, û rojekê Kerkûk dê her vegere hembêza Kurdistanê. Belkî dijminên me bizavên cidî kirine bikin da ku axa me dagir bikin. Wan gelek caran axa me dagir kiriye, lê qet nekarîne îradeya me dagir bikin. Bersiva me heye ka em çawa dikarin xizmeta tevahiya Iraqê bikin, em çawa dikarin xizmeta Kerkûkê bikin, em çawa dikarin xizmeta hemî deverên din ên veqetandî bikin, ji ber ku dîroka PDKê eşkere ye, destkeftiyên me, projeyên me belge ne ji bo wan gotinên ku PDK dike. Dema ku PDK dibêje rêyê bidin min, baweriyê bidin min ku bêm xizmeta Kerkûkê bikim, delîlên me diyar in ku em dikarin xizmeta Kerkûkê bikin.

Divê xelkê Kerkûkê rastiyê bizane. Divê ew bizane ku ew kesên ku di dîrokê de xwe feda kirine kurên PDKê û xizmên we bûne. Divê xelkê Kerkûkê hay ji wê yekê hebe ku ew kesên ku bi çarenivîsa xelkê Kerkûkê lîstine û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û partiyên xwe li ser berjewendiyên we li hev kirine, pir cuda û eşkere ne û derfeta ku heta niha hebû, nekaribûn xizmeta xelkê Kerkûkê bikin. Vê carê daxwaza me ji xelkê Kerkûkê ew e ku rêyê bidin PDKê ku bê û xizmeta we bike.

Gelî rêzdaran:

Min bihîst ku ew dibêjin milyonek deng. Ev qebxwaziyek e ku birayê min ê rêzdar Nêçîrvan ragihandiye. Ez ji we dipirsim, em dikarin milyonek dengan bistînin an na? Em dikarin vegerin Kerkûkê an na? Belê, em dikarin, em dikarin vegerin Kerkûkê, em dikarin milyonek dengan bistînin, em dikarin PDKê bikin lîsta herî mezin û serketî di van hilbijartinan de.

Gelî xûş û birayan:

Em bi dîroka xwe serbilind in, em bi qurbaniyên xwe serbilind in, em bi xwîna şehîdên xwe serbilind in, em bi malbatên şehîdên xwe serbilind in, em bi destkeftiyên xwe serbilind in, em bi projeyên xwe serbilind in, em bi ramanên xwe serbilind in, em bi serokê xwe serbilind in, em bi rêya xwe serbilind in û em bi partiya xwe serbilind in.

Gelî xûş û birayan:

Temaşa bikin li beranberî PDKê, bizanin kiyê din ji bilî PDKê, bê PDKê, tu destkeftiyek ji bo gelê Kurdistanê bi dest xistiye. Ger destkeftiyek hebûbe jî, wê demê bûye ku ew hevpeymaniyên PDKê bûn, di wan deman de bûye ku Kurd yekgirtî bûn, ji ber vê yekê em ne tenê ji bo PDKê, lê ji bo hemî gelê Kurdistanê, ji bo hemî Iraqiyan dixwazin ku alîkariya me bikin da ku edalet bê çespandin, da ku mafên her kesî wekî xwe bên bicîhanîn û di bicîhanîna mafên hemî Iraqiyan de tu cudahî çê nebe.

Astengkirina serkeftina projeyan ne destkeftiyek e, astengkirina avakirina hikûmetê ne destkeftiyek e ku meriv pê serbilind be. Serbilindî ew e ku mirov dilsozê gelê xwe be û amade be ku xwe ji bo gelê xwe feda bike. Destkeftiyên ku hûn li Kurdistanê dibînin, ji Zaxoyê bigire heya Helebçeyê li hemî bajar û bajarkan, destkeftiyên ku me çend caran behs kirine, yek li dû yekê, projeya Ronakiyê, çêkirina rêyan, xizmetên dîjîtalî, hemî karên ku me di sektora tenduristiyê de kirine, ev hemî destkeftî ne yên ku em dikarin ji bo Kerkûkê bikin, lê em hewceyê bawerî û piştgiriya xelkê Kerkûkê ne, baweriya xwe bi me bînin ku em Kerkûkê mîna hemî bajarên Kurdan pêş bixin. Guneh e ku bajarekî wekî Kerkûkê ewqas qurbanî daye, bi deryayeka petrolê dijî, hîn jî elektrîk tune ye, rê bi vî rengî ne, an jî hîn jî pirsgirêkên debara mirovan hene. Kerkûk Kurdistan e û divê em ji bo vegerandina mafên van kesan şer bikin. Ez dizanim we çiqas xebat kiriye, we çiqas êş kişandiye, bi her awayî, di warê debara jiyanê, aborî, siyasî, ewlehî û aramiyê de. Divê Kerkûk niha li Iraq û tevahiya cîhanê bibe mînakek ji bo pêkvejiyanê. Ez dikarim ji we re bibêjim, eger Kerkûk di destê PDKê de be, ew ê li tevahiya cîhanê ji bo pêkvejiyanê bibe mînakek.

We hemî kesên din ceribandine, we partiyên din ceribandine. Li şûna ku xizmeta we bikin, wan hûn ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Rêyê bidin PDKê ku xwe ji bo we feda bike, rêyê bidin ku PDK xizmeta we bike.

Gelî xûş û birayan:

Bi îzna Xudê, hûn hemî dê piştgirekî xurt ê PDKê bin da ku PDK li Kerkûkê dengê herî zêde bi dest bixe. Piştgiriyê bidin van xûşk û birayên xwe da ku bi ser bikevin.

Divê deverên veqetandî yên Kurdistanê yek bi yek vegerin hembêza welatî, divê Xaneqîn bê vegerandin, Mexmûr bê vegerandin, Zumar bê vegerandin, Şingal bê vegerandin, divê tu buhosteka vê axê di bin destê dagirkeran de nemîne. Ger xelk baweriya xwe bi demokrasiyê tîne, ger baweriya xwe bi federalîzmê tîne, bila bên û bendên destûrê bicîh bînin, lê ger hin kes hebin ku ji xwe ji çespandina mafên destûrî vedişêrin, divê em biçin û wan neçar bikin ku ev destûr ji bo tevahiya Iraqê hatiye nivîsandin û ne tenê milkê aliyekî an pareka taybetî ye. ew milkê me tevan e û divê hemî bendên wê wekî xwe bên bicihanîn, madeya 140ê wekî xwe bê bicîhanîn û hemî xelk bi Mafên xwe şa bibin.

Em dixwazin projeya Ronakiyê bigihîje Kerkûkê, em dixwazin xizmetkarî bigihîje Kerkûkê, em dixwazin li Kerkûkê pêkvejiyana rastîn û aştiyeka rast bê berqerarkirin. Em mafên hemî neteweyan diparêzin, ne tenê Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan, hemî çîn dizanin ku van kesan çi êş kişandine, ew ne hêjayî wê ne ku bibin qurbaniyên vî rengê birêvebiriyê ji ber ku hikûmeteka nehejî nekariye birêvebiriyeka rast bimeşîne. Divê rêya birêvebiriyê li Bexdayê bê sererastkirin, divê mafên gelê Iraqê bi wekhevî bên bicîhanîn û divê Kerkûk û hemî bajarên din ên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Iraqê hemî bibin erk li ser milên van xûş û birayan, ku nûnerên rastîn ên PDKê ne, li wê derê berevaniyê ji Mafên her hemiyan bikin.

Em dizanin ku gelek Iraqî wek me bindest in. Astengiyên li pêşiya pêşveçûna vî welatî, ji bo dabînkirina xizmetkariyan ji hemî welatiyan re hene. Mixabin, em dibînin ku jiyan li bajarên din ên Iraqê çiqas dijwar e. Ma çavkaniyên xwezayî yên Iraqê nînin? Dahat tune ye, ma ne mimkin e? Belê, heye, lê dahat bi tevahî nehatiye birêvebirin û xizmetek wekhev ji xelkê re nehatiye kirin. Li Bexdayê erkê me ye ku em wekhevî û edaletê biparêzin, erkê me ye ku em mafên her kesekî li vî welatî biparêzin û piştgirî bikin. Ger Iraq geş be, xelkî jiyaneka bextewar, rehet û tena hebe, piştrast bibin ku Kurdistan bi hemî ve dê pir pir pêşkeftîtir be û geşbûneka zêdetir dê bê bicîhanîn.

Kesekê ku dilsozê Kerkûkê be, ne tenê bi drûşman diaxive, lê bi kiryar, bi awayekê kiryarkî, xizmeta xelkê Kerkûkê dike. Hûn ji jiyana ku li Kerkûk û deverên din ên veqetandî yên Kurdistanê heye razî ne? Ji ber vê yekê, divê em mil bi mil bizaveka cidî bikin da ku hemî parên Kurdistanê, tevî deverên veqetandî, tevî deverên dagirkirî, hemî ji xizmetên ku PDK dikare ji we re bike feydeyî werbigirin.

Gelî xûş û birayan:

Me destûrek nivîsand, me deng da destûrekê ku Iraqê bike welatekî demokratîk û federal ku mafên hemî civakan tê de garantî ne, ku kes nikare destûrê binpê bike. Vê carê ji bilî çûna Bexdayê û li wê derê ji bo van mafan şerkirinê, tu çareyeka me tune. Ev hilbijartin girîng in, da ku em êdî li hêviyê nebin ku xelk bi nerîneka şovenîst û dagirker li ser dagirkirina Kurdistanê bifikire an jî li ser çareseriyên din bifikire, li ser dagirkirina Kurdistanê bifikire. Em dê li benda planên wan nemînin. Divê em bi xwe biçin û planên wan li Bexdayê pûç bikin. Ji ber vê yekê, girîng e ku hûn dengê xwe bidin nûnerên ku diçin Bexdayê û li wê derê pêşiyê li vê planê bigirin. Divê hûn dengê xwe bidin van xûşk û birayan da ku biçin wê derê û mafên we biparêzin.

Tê nûkirin…

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment