Dadgeha Silêmaniyê cezayê darvekirinê bo kujerên Rizgar Ehmed derxist

Rizgar Ehmed Xelîfe Hesen Zengene
Rizgar Ehmed Xelîfe Hesen Zengene

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Polîsên Parêzgeha Silêmaniyê îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Dadgeha Tawanan 3 ya Silêmaniyê cezayê darvekirinê ji bo du tometbaran derxist, ku bi kuştina karmendê Birêvebiriya Polîsên Nehêlana Tawanan Rizgar Ehmed Hesen hatibûn tawanbarkirin.”

Li gorî ragihandineka Polîsên Silêmaniyê, ew bûyer di şeva 21ê Pêşçileya 2024ê de qewimîbû, dema ku tîmeka Polîsên Nehêlana Tawanan ji bo girtina tawanbarekî bi navê R. H. Q. çûn cihê wê bûyerê.

Di dema rûbirûbûn û girtina tawanbarê daxwazkirî de, tawanbarekê din bi navê J. S. H. gule li wê tîma polîsan reşandin. Di encamê de, karmendê polîs Rizgar Ehmed Hesen hat kuştin û efserekê din ê eynî pişkê jî birîndar bû.

Her çend tawanbarê ku gule re]andine J. S. H. ji cihê wê bûyerê reviyabû jî, lê di demekê kurt de ji aliyê hêzên polîsan ve hat girtin.

Îro jî, piştî temambûna rêkarên qanûnî, Dadgeha Tawanan 3 ya Silêmaniyê cezayê darvekirinê ji bo herdu tawanbarên J. S. H. û R. H. Q. derxist.

 
 
Fly Erbil Advertisment