Şîşar Eswed bo bangeşeya PDKê li Kerkûkê berhemekê nû belav kir

Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Stiranbêj Şîşar Eswed bi belavkirina berhemekê hunerî yê nû tevlî bangeşeya hilbijartinan a PDKê bû.

Stiranbêj Şîşar Eswed îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) bi belavkirina berhemekê hunerî yê nû tevlî bangeşeya hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê bû.

Ew berhem ji mewalek û stiranekê pêk tê, ku bi taybetî ji bo bajarê Kerkukê hatiye tomarkirin, wekî piştgiriyek ji bo lîsta 275ê li wî bajarî.

Di vî warî de, hunermend Şîşar Eswed hêvî kir ku karê wî yê hunerî bi awayekê baş cîhê xwe bigire û bigihîje dilê xelkê Kerkukê.

Ev berhema nû ji hêla Xalid Reşîd Berzincî ve hatiye nivîsîn û ji hêla Sermend Fuad ve hatiye awazkirin.

 
Fly Erbil Advertisment