DEM Partî: Bi vekişîna PKKê re, qonaxa yekem a pêvajoya aştiyê temam bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, destpêkirina vekişandina hêzên PKKê ji Tirkiyê weke "pêngaveke dîrokî" nirxand û ragihand, ev gav ne tenê vekişandin e, lê di heman demê de ji bo avakirina paşerojeke azad û aştiyane jî gaveke girîng e. Bakirhan bang li dewleta Tirkiyê kir ku ji bo serxistina prosesê gavên yasayî û siyasî yên berbiçav bavêje.

Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro 27ê Cotmehêli Enqereyê ragihand, "Îro em di xaleke werçerxanê de ne ku dikare arasteya dîroka Tirkiyê biguherîne. Em gihiştin xaçerêyeke hestiyar a rêyeke dirêj. Êşa pêncî salan di dilê me de ye. Di asta heyî de qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bûye. Piştî biryarên xwehilweşandin û çekdanînê, niha pêngaveke nû û girîng hate avêtin. PKK niyeta xwe ya aştî û çareseriyê ji cîhanê re eşkere kir. Eger ev prose baş birêve biçe û bigihîje serkeftinê, dê Tirkiye nimûneyeke nû ya çareseriyê pêşkêşî cîhanê bike."

Ev daxuyanî piştî civîneke çapemeniyê ya roja Yekşemê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li çiyayê Qendîlê hat. Di civînê de, Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, pêngaveke nû ya praktîkî ya partiya xwe di çarçoveya prosesa aştiyê de ragihandibû.

KCKê di daxuyaniya xwe de bang li dewleta Tirkiyê kiribû û gotibû: "Em pabendî biryarên Kongreya xwe ya 12an in, lê ji bo cîbicîkirina wan, divê dewlet gavên yasayî û siyasî yên pêwîst bavêje. Divê yasayên derbarê azadiyên pêwîst û entegrasyona demokratîk de demildest bên derxistin."

 
Fly Erbil Advertisment