Bi fermana Mesrûr Barzanî, dest bi projeya paqijkirina ava kanalîzasyonê ya Hewlêrê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê yê Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demeke nêzîk de, dê dest bi karên projeya stratejîk a paqijkirin (rîsayklin) a ava kanalîzasyonê ya Hewlêrê bê kirin. 

Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê yê Herêma Kurdistanê Endezyar Arî Ehmed Qadir îro 27ê Cotmeha ji malpera K24ê re ragihand: "Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di nava hefteyek heta 10 rojên bê de, dê dest bi karên projeya paqijkirina ava reş (kanalîzasyon) û ava gewr (serşok) a Hewlêrê bê kirin." 

Rêveberê Giştî diyar kir, proje ji du beşan pêk tê. Beşa yekem wargeha paqijkirinê ye ku li gundê Ereb Kend hatiye diyarkirin û ji aliyê kompanyaya Japonî "Etu Chui" ve bi budceya 200 milyon dolarî li ser deynê ji Japonê û bi hevkariya rêxistina JICA ya Japonî tê cîbicîkirin.

Beşa duyem a projeyê jî ji aliyê kompanyaya navxweyî "Awzan" ve bi budceya 579 milyon dolarî li ser budceya Herêma Kurdistanê û bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê cîbicîkirin. Karên vê beşê ji avakirina beşekî wargeha paqijkirinê û danîna çend xetên serekî yên projeyê ji bo veguhestina ava kanalîzasyonê ya Hewlêrê pêk tê.

Arî Ehmed Qadir amaje bi wê yekê jî kir ku proje li ser rûberê 205 donim erd tê avakirin û şiyana wargehê heye ku di rojekê de 840 hezar metre sêcar ava reş û gewr paqij bike. 

Herwiha got: "Biryar e di pêşerojê de proje were berfirehkirin da ku ava kanalîzasyonê ya tevahiya Hewlêrê ji bo paqijkirinê kom bike. Li gorî planê, ev proje dê heta 30 salên din ava kanalîzasyonê ya Hewlêrê paqij bike."

Derbarê dema temamkirina projeyê de, Rêveberê Giştî got: "Li gorî peymana ligel kompanyaya Japonî, biryar e ew di nava du sal û nîvan de projeyê temam bikin û du salan jî wê bi rê ve bibin. Kompanyaya navxweyî jî dê karên xwe di nava 18 mehan de bi dawî bike."

Arî Ehmed Qadir tekez kir ku karên projeyê dê li gorî standardên cîhanî û bi baştirîn kalîteya kar û amûran bên cîbicîkirin.