Batîfa bûye navendeke serkeftî ya berhemanîna fistiqan li Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve, projeyeke çandina fistiqan ku 25 sal berê dest pê kiriye, serkeftineke mezin aniye û berhemên wê ne tenê li navxwe, lê li bazarên Ewropayê jî cihê xwe digirin.
Mahîr Îbrahîm, yek ji cotkarên ku sûdê ji projeyê wergirtiye, diyar dike ku di baxçeyê wî de nêzîkî 500 darên fistiqan hene. Ev proje ku bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî dest pê kiriye, ji bo deverê bûye çavkaniyeke girîng a dahatê.
Mahîr Îbrahîm dide zanîn ku karê fistiqan zehmet e, lê feydeya wê jî gelek e. Herwiha got, wan destpêkê li şûna fêkiyên ku pir avê dixwazin, fistiq hilbijartiye, ji ber ku li hember hişkesaliyê berxwedêrtir e.
Berhemên vê projeyê ne tenê li bazarên navxweyî têne firotin, lê bi rêya xizm û nasan digihîjin welatên Ewropayê wekî Norwêcê û herwiha Amerîkayê jî.
Mahîr dibêje: "Berhemên me gihîştine gelek cihan li derveyî welat... me gelek daxwaz ji bo hinardekirinê wergirtine, heta Norwêc, Îran û Amerîkayê jî çûye."
