Li Stenbolê nirxê avê ji sedî 50 giran bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê piştî nirxê, xorak, cil û bergan û heqê kirê heqê avê jî berdewam giran dibe, ji sala borî heta niha av ji sedî 50 giran bûye ku ev rêje zêdetir e ji rêjeya giranbûna heqê kire.

Diviyabû heqê ava 19 lîtreyî li Stenbolê ji 110 lîreyan bihatir nebûbaya lê nirxê wê ji 135 lîreyan heta 195 lîreyan digûhere.

Di demekê de ku xercên berhemanîn û firotina avê di nava salekê de zêde neguheriye, ev bihabûna bi rêjeya ji sedî 50 awarte tê dîtin.

biçûk li ser vê pirsê kompanyayên mezin ên avê tohmetbar dikin.

Welatî jî gelek nerazî ne û beramber vê giraniyê heyirî mane. Welatiyek dibêje, bihabûna avê gef e li ser

sexlemiya wan jî. Lewra av ne tenê pêwîstiyeke bingehîn a rojane ya xwarin û vexwarinê, pêwîstiyeke hestiyar e bo sexlemiya wan.

Beriya pênc salan li Tirkiyeyê bîdoneka 19 lîtreyî ya avê 12 lîre bû, lê niha ji 135 lîreyan erzantir av li bazarê nemaye.

Di vê helawsana dijwar de ya erzan mabû av bû, êdî ew jî biha ye. Welatiyên ku pêştir xema bihabûna xwarin û xorakê dixwarin niha divêxemek bo ava Xwedê jî bixwin.

 
Fly Erbil Advertisment