Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a Boriya Gaza Siruştî ya Hewlêr-Dihokê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Cotmehê li bajarê Dihokê projeya stratejîk a gihandina boriya gaza siruştî ji Hewlêrê heta Dihokê vekir.
Ev boriya ku gazê digihîne wargehê, bi dirêjahiya 198 kîlometreyan û bi budceya 591 milyon dolarî, ji aliyê Kompanyaya KAR ve hatiye cîbicîkirin. Ev pêngav ji bo dabînkirina çavkaniyeke enerjiya paqij û cîgir ji bo deverê girîngiyeke mezin digire.
Wargeha Kehrebeyê ya Gazê ya Kawaşê, ku dê sûdê ji vê boriyê werbigire, bi xwe projeyeke girîng a sektora hilberîna enerjiyê ye li Herêma Kurdistanê û şiyana hilberîna 1000 megawat kehrebeyê heye.
Ev proje ji aliyê "MAS Group Holding" ve li gorî peymaneke ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya sîstema "Ava Bike, Xwedî Derkeve, Bixebitîne" (Build, Own, Operate) de tê cîbicîkirin.
