Mesrûr Barzanî bo K24ê: Eger Iraq bo dabînkirina elektrîkê alîkariyê bixwaze, em amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, ew di navbera ti bajar û bajarkekî de cudahiyê nakin û ew dê bê cudahî xizmeta hemî aliyan bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) di bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq de ragihand. “Her tiştekê me kariye, me kiriye, da ku em bikarin ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî ji çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa amaje jî da: "Wekî hûn dibînin, elektrîka navenda piraniya bajaran bûye 24 saetî.” Herwesa got: “Bi qasî ku em dixwazin gazê hilberînin, em dixwazin ji bo dabînkirina elektrîkê alîkariya Hikûmeta Iraqê jî bikin, xasma jî li deverên veqetandî."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Eger Hikûmeta Iraqê bixwaze, em dikarin alîkariya wê bikin û me amadebûna xwe diyar kiriye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Tevahiya Kurdistanê ji bo me wekî yek e û em di navbera ti bajar û bajarkên Kurdistanê de ti cudahiyekê nakin. Her dera ku em lê bin, projeyên me dê hebin. Heke Xudê piştevanê me be, em dê projeyên zêdetir û çêtir bixin di xizmeta welatiyên Kurdistanê de.”

Mesrûr Barzanî herwesa got: "Em dixwazin bêtir ji gaza xwezayî mifayî werbigirin, lê li pêşiyê em dixwazin pêdivîtiyên welatiyên Kurdistanê dabîn bikin, paşê ew dê ji bo xizmetkirina hemî welatiyên Kurdistanê bibe sermayeyeka girîng."

 

 

Fly Erbil Advertisment