Serok Barzanî sersaxiyê li malbat û kesûkarên Hemey Ezîz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Hemey Ezîz, îro 25ê Cotmehê peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de,got: "Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya kocha dawî ya hevalê têkoşer û Pêşmerge (Hemeyy Ezîz) bihîst. Hemey Ezîz di Şoreşa Eylûnê de li Mekteba Siyasî û piştre jî li Baregeha Barzanî wek berpirsê îdarê kar kiriye."

Serok Barzanî da zanîn jî, Hemeyy Ezîz temenê xwe ji bo xizmetkirin, xebat û têkoşîna ji bo doza gelê Kurdistanê terxan kir û di vê rêyê de gelek zehmetî dîtin.

Di dawiya peyamê de, Serok Barzanî sersaxiya xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost û nasên Hemeyy Ezîz û hemû heval û hemsengerên wî kir û got: "Xwe wek hevxema wan dizanim." Herwiha ji Xwedayê mezin hêvî kir ku ruhê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.

 
Fly Erbil Advertisment