Navenda Çanda Anatoliyayê vebû: Em dê bibin çirûskek ji agirê ku Apê Mûsa pêxistiye
Enqere (K24) – Li Enqerê yekem car Navenda Çanda Anatoliyayê (NÇM) ku wekî şaxeke Navenda Çanda Mezopotamyayê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de berpirsên navendê ragihandin ku bi sedsalan e ziman, çand û kultira Kurdî tê qedexekirin ku ew dixwazin li Enqerê bi vê navendê valahiyekê tijî bikin. Armanca navendê jî wek bûyîne çirûskek ji agirê ji aliyê Apê Musa, Îsmaîl Beşikçî û Alî Temel ve hatiye pêxistin hat ragihandin.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Navenda Çanda Anatoliayayê ku wekî şaxeke Navenda Çanda Mezopotamyayê yê deriyên xwe bi şahiyekê vekir ku dê xebatên çand û hûnerê bimeşîne. Di şahiya ku Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî û gelek endamên saziyên sivîl, saziyên çand û hûnerê û Kurdên li Enqerê tê de cîh girtin de qûrdeleya navendê ji aliyê hevserokên DEM partiyê û zarokên Kurd ve hat birîn.
Endama Navenda Çanda Anatoliayayê Rozerîn Baltaş ji K24ê re got: “Birastî em gelekî bi kelecan in, bi coş in. Ji ber ku ji sala 1992an û heta niha li vê derê bi navê NÇMê xebatek nehatibû derxistin. Niha em dê wî karî li vir bikin bi navê NÇMê ye, karek komînal. Em dê li vir dersên amûrê bidin wekî din dersên şanoyê. Armanca me ya yekem li vê derê civaka komînal û xebatên komînal pêk bînin. Wekî din jixwe dê xebatên jinê jî, em dê li vê derê bi rengê jinê jî em dê çêbikin.”
Di merasîma vekirinê de rêvebera navendê Reyhan Yildirimciyê balkişand ser wê yekê ku bi sedalan e ku ziman, çand û hûnera Kurdan hatiye qedexekirin. Lê gelek hûnermend û rewşenbîrên Kurd jî dijî van zextan têkoşiyane ku dê ew jî di rêyan wan de bimeşin. Solîstê Koma Çiya Hunermend Genim jî ragihand ku dixwazin ev navend li Enqerê di warê çand, muzîk û edebiyata Kurdî de valahiyekê tijî bike.
Hunermend Genim: “Ev gava niha ji bo paytexta Tirkiyeyê gavek girîng e. Ji bo Kurdên li vir dijîn jî, ji bo Kurdên Anatoliyaya Navîn jî saziyek gelek gelek girîng e. Lewra div î warî de valatiyek hebû. Em bawer in vê valatiyê bi çand û hûner û zimanê Kurdî dabigirin. Baweriya me bi gele me heye, baweriya me bi me heye û bi salan e em weke Navenda Çanda Mezopotamyayê din av çand û xebata Kurdî de hilberînan didin.”
Piştî têkçûna proseya çareseriyê ya salên 2013-2015an û hewla derbaya leşkerî gelek navendên Kurdan yên li Enqerê hatibûn girtin ku bi destpêkirina proseya çareseriyê carek din vedibin. Merasîma vekirina navendê bi stranan berdewam kir û bi dawî bû.
