Helbestvan Arjen Arî li Diyarbekirê hat bîranîn

Diyarbekir (K24) – Di 13. Salvegera wefata Helbestvan Arjen Arî de, li ser gora wî rêrismek bîranînê hat li darxistin. Di rêrismê de hat amajekirin ku Arjen Arî helbestvanekî girîng ê wêjeya kurd bû ku bi berhemên xwe mîratek hêja bo wêjeya kurd hiştiye.

Helbestvanê Kurd Arjen Arî di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Diyarbekirê hat bibîranîn. Arjen Arî yê ku yek ji pêşengên Wêjeya Nûjen a Kurd e di heman demê de, bi helbestên xwe kedek girîng daye belavbûna hişmendiya neteweyî jî.

Di bîranînê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Şaxa Diyarbekirê Sultan Yaray, Helbestvan Berken Bereh, Nivîskar Şehmus Dîken û endamên malbata Arjen Arî cih girtin. 

Beşdaran amaje kirin, Arjen Ariyê ku xwedî pênusek bibandor û xurt bû bo wêjeya kurd berhemên hêja û dewlemend hiştiye ku divê bo nifşên nû jî Arjen Arî were vegotin. 

Helbestvan Arjen Arî di sala 1956an de li gundê Çalê ya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinê û ji ber nexweşiya pençeşêrê di 30ê Comeha 2012an de li Diyarbekirê çû ber dilovaniya xwedê.

 
Fly Erbil Advertisment