Wezareta Pêşmerge: Erd li ser hejmareka din a Pêşmergeyan tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) navên hejmareka din a Pêşmergeyan ji bo wergirtina parçeyên erdî li Hewlêrê û derdora tên eşkerekirin.
Di de ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: “Nav û lîstên Pêşmergeyên ku vê carê parçeyên erdî werdigirin dê ji Wezareta Pêşmerge re bên şandin û ew nav dê bi rêya Komîteya Wergirtina Erdî ve ji yekîneyên leşkerî re bên şandin.”
Wezareta Pêşmerge amaje jî da: “Efser û Pêşmerge dikarin serdana yekîneyên xwe bikin, an jî di dema hebûna her pirsgirêkekê de, serdana Komîteya Wergirtina Erdî ya Wezareta Pêşmerge bikin.”
Serokê Pişka Karûbarên Qanûnî ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê Serbest Mewlûd li roja Yekşemê (19ê Cotmeha 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re gotibû: “Encûmena Wezîran veqetandina 6 hezar û 300 parçeyên erdî ji bo hêzên Pêşmergeyan pejirandiye, ku hemî girêdayî yekîneyên 70 û 80ê ne.”
Serbest Mewlûd amaje jî da: “Ew navên ku bi lîst hatine, li gorî karta zanyariyan, cihê şênîbûnê û li gorî parêzgeh û Rêveberiyên Serbixwe tên cudakirin, dê ji ji hêla şaredariyê ve nivîsar jê re bên kirin, di dû re jî dê ji şaredariyên têkildar re bên şandin, da ku erd ji wan re bê veqetandin.”
Navbirî eşkere jî kiribû: “Şertên dayîna erd ji hêzên Pêşmerge re wekî şertên fermanberên wezaretên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, divê herî kêm heşt salan xizmet kiribe û divê berê erd wernegirtibe, hingê pareçeyekê erdî ya 200 metrî jê re tê dan.”
Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara 2024ê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku, parçeyên erdî li ser hemî fermanberên ku hêşta erd wernegirtiye belav bike. Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqaîa Kurdistanê de hat weşandin.
