Parlamentoya Iraqê hişyariyê dide: Welat di qonaxeke gelekî metirsîdar de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê hişyariyeke tund da û ragihand, welat ji aliyê çandinî û çavkaniyên avê ve di qonaxeke herî xirab a dîroka xwe re derbas dibe. Li gorî komîteyê, krîza avê zerareke mezin gihandiye sektorên ajaldarî û masîvaniyê û metirsiyeke cidî li ser ewlehiya xwarinê ya welat çêdike.

Endama komîteyê Îbtîsam Hîlalî ragihand: "Iraq di qonaxeke gelekî metirsîdar re derbas dibe. Îsal ava pêwîst ji bo avdaniyê nehatiye dabînkirin û heta niha plana çandiniyê nehatiye eşkerekirin. Tê payîn ku ev plan kêmkirineke berçav a rûberên çandiniyê li xwe bigire."

Li gorî Hîlalî, zerarên krîzê pirralî ne û bandoreke kûr li ser ewlehiya xwarinê kirine. Wê ev xal destnîşan kirin:

- Kerta ajaldariyê bi rêjeya 70% paş ve çûye, ku ev zerara herî mezin e.

- Piraniya berhemên çandiniyê îsal ji ber bêaviyê bi temamî ji holê radibin.

- Zerareke mezin gihîştiye serweta masîvanî û erdên şil (zozan) li ber zuwabûna tam in. Ev yek bûye sedema mirina hejmareke mezin a balinde û ajalên ku li wan herêman dijîn.

Hîlalî tekez kir ku "ev krîz gefeke rasteqîn e li ser ewlehiya xwarinê û jîngeha Iraqê."

Krîza heyî ne tenê girêdayî îsal e, lê encama gelek salan e. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, Iraq yek ji pênc welatên cîhanê ye ku herî zêde ji ber guherîna keşûhewayê zerarê dibîne. Daneyên fermî rewşa metirsîdar nîşan didin:

- Di sê dehsalên borî de, Iraqê nêzîkî 30% ji zeviyên xwe yên çandiniyê yên bi berhem ji dest dane.

- Salane 100 hezar donim zevî ji ber biyabanîbûnê ji dest diçin.

- Rêjeya qadên kesk li Iraqê ji nêzîkî 50% daketiye û tenê bûye 17%.

- Rûberê daristanan tenê 2% ji tevahiya rûberê Iraqê pêk tîne.

Tevî ku Wezareta Çavkaniyên Avê hewlên xwe ji bo kêmkirina zeraran zêde kiriye, mezinahiya karesatê pêwîstî bi karekî lezgîn ê hikûmetê û hevkariyeke herêmî heye da ku para avê ya Iraqê misoger bike.

Ji aliyekî din ve, tevî kêmbûna asta avê li çemên Dîcle û Feratê, Desthilata Giştî ya Bendavan piştrast dike ku "ava vexwarinê û pêdiviyên sereke ji bo vê werzê û werza bê bi temamî hatine misoger kirin."

Li gorî pisporan, ji bo rûbirûbûna biyabanîbûnê û vegerandina beşek ji jîngeha xwe ya têkçûyî, pêwîstiya Iraqê bi çandina zêdetirî 10 milyar şitlan heye.

 
Fly Erbil Advertisment