Erdogan: Civîna min a bi şanda Dem Partiyê re erênî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku, civîna wî ya bi şanda Dem Partiyê re erênî û berhemdar bûye û di van rojan de encamên wê dê diyar bibin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) di gotarekê de li Stenbolê ragihand ku, civîna wî ya bi şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê re avaker û cihê hêviyê bû. Herwesa got ku, encamên wê civînê dê di rojên bê de bên dîtin.
Serokkomarê Tirkiyeyê di derheqa pêvajoya danana çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ragihand: “Di vê qonaxê de pêngavên girîng hatine avêtin û Hevpeymaniya Komarê dê vê pêvajoyê bi awayekê serkeftî bidawî bîne.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja Pêncşemê (30ê Cotmeha 2025ê) di çarçoveya bizavên doza Kurdan de ji bo cara sêyê li Îmraliyê pêşwazî li şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) kir.
Ev civîn li Koçka Serokatiyê li Enqereyê hat lidarxistin û tê de pêşketinên dawiyê yên di pêvajoya aştiyê û pêngavên paşerojê de hatin nîqaşkirin.
Ev civîn di demekê de ye ku, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di pêngaveka nû de vekêşana hêzên xwe ji axa Tirkiyeyê ragihand. Ev biryaran PKKê piştî kongreya 12ê ya PKKê tê, ku tê de biryara hilweşandina rêkxistinî û bidawîanîna xebata çekdariyê hat dan.
