Mesrûr Barzanî piştevaniya Yaneya Newrozê ya Werzişî dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê darayî ve piştevaniya Yaneya Newrozê ya Werzişî dike, da ku ew bikarin bi astekê bilind nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin.

Piştî ku Yaneya Newrozê ya Werzişî di çend mehên borî de hevrûşî rewşeka dijwar a darayî bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya nivîsgeha xwe 450 milyon dînaran pêşkêşî wê dike.

Ev alîkarî û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya werziş û werzişvanên Herêma Kurdistanê ye, da ku ew bikarin bi astekê bilind nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin.

Yaneya Newrozê ya Werzişî, ku di Lîga Stêrên Iraqê de nûnera Silêmaniyê ye, di dema borî de hevrûşî gelek pirsgirêk û rewşên xirab bûye ku bandoreka rasterast li ser ast û çarenibîsa wê kiriye.

Yek ji mezintirîn pirsgirêkên Yaneya Newrozê krîzeka darayî ya mezin û demdirêj e. Wê yaneyê gelek mehan eikariye mûçeyên lîstikvan û desteya teknîkî dabîn bike, ku hin caran gihîştiye 50 rojan an jî du mehan.

Ev rewş bû sedem ku serokê desteya alîgirên yaneyê bi çavên tijî rondik daxwaza alîkariyê bike, ev yek jî bû sedema peydabûna bertekan û kesatiyên siyasî, hunermend û bazirganan kampanyayeka komkirina pereyan jê re da destpêkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment