Konsulê Misirê: Kurd û Misrî dostên hev in
Navenda Nûçeyan (K24) - Mozexaneya Mezin a Misrê hat vekirin, ku bi dehan hezar parçeyên şûnwarî tê de hene. Konsulê Giştî yê Misrê li Herêma Kurdistanê di wî warî de ragihand ku, gelê Kurdistanê ji çanda Misriyan hez dike û girîngiya dide wê. Herwesa got ku, Misir jî ji Herêma Kurdistanê hez dike.
Mozexaneya Mezin a Misrê duhî bi bihayê yek milyar dolaran hat vekirin. Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî li meydana wê muzexaneyê got: “Îro (Şemî, 1ê Mijdara 2025ê) em bi hev re ahenga vekirina Muzexaneya Mezin a Misrê li Qahîreyê dikin û di dîroka niha û paşerojê de rûpeleka nû dinivîsin.”
Ebdilfetah Sîsî amaje jî da: "Ev li ser jêhatîbûna mirovê Misrî delîlekê zindî ye, ku herem çê kirine û çîrokên nemir li ser dîwaran nivîsîne."
Konsulê Giştî yê Misrê li Herêma Kurdistanê Mehmûd Farûq li ser vekirina Muzexaneya Mezin a Misirê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev muzexane heta ji Muzexaneya Loverê jî mezintir e, gelek perçeyên şûnwarî lê hene û bêhempa ye, hemî şûnwarî Misrî ne, piraniya wan li embaran bûn û ji hêla tîmên arkeolojîk ve hatine dîtin.”
Konsulê Giştî yê Misrê li Herêma Kurdistanê herwesa got: “Xelkê Herêma Kurdistanê gelek mirovdost in û ji welatê Misrê hez dikin. Misrê jî eynî hestan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hene.”
Qahîreyê hêviyên mezin bi vê muzexaneyê hene û ew wekî pareka sereke ya planên vejandina kertê geştiyariyê tê hesibandin û ji bo aboriya wê pir girîng e. Bi dehan hezar parçeyên şûnwarî di vê muzexaneyê ve hene, ku dîroka wan vedigere zêdetirî şeş hezar salan.
