Enqere û Îmralî vekêşana çekdarên PKKê nîqaş dikin
                        Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan dicive û vekêşana çekdarên PKKê nîqaş dike. Şandeka Dem Partiyê jî bi Ocalan re dicive.
Biryar e ku Hikûmeta Tirkiyeyê îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koça Baştepeyê bicive.
Ajansa TRTê ya Nûçeyan amaje daye ku, di wê civînê de rewşa niha ya Tirkiyeyê û pêngavên ku di pêvajoya aştiyê de hatine avêtin, bi taybetî jî vekêşana çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Bakurê Kurdistanê, tên nîqaşkirin.
Her li gorî wê çavkaniyê, mijareka din a wê civînê bi rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve girêdayî ye.
Li gorî zanyarên TRTê, di wê civînê de mijareka aborî tê nîqaşkirin, ew jî girêdayî rêkarên berhingarbûna enflasyonê û afirandina derfetên zêdetir ji bo veberhênê û sîstemên damezrandinê ye. Herwesa biryar e ku behsa pêşketinên dawiyê yên pêvajoya kirîna balafira Eurofighter jî bê kirin.
Li ser asta deverê jî, Hikûmeta Tirkiyeyê di civîna xwe de behsa agirbesta Xezzeyê dike. Ji bilî êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser kertê Xezzeyê, Hikûmeta Tirkiyeyê tekezê li ser aştiyeka herdemî jî dike.
