Welatiyên Kerkûkê: Bo bicihanîna destûrê divê deng bi PDKê bê dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên PDKê yên Kerkûkê dibêjin ku, ev gera hilbijartinan dê dengên PDKê zêde bike. Herwesa ew dixwazin bi aliyên din re ji nîvê zêdetir kursiyên Kerkûkê ji bo neteweya Kurd bi dest bixin.

Li Hewlêr û Silêmaniyê, zêdetirî 10 hezar dengên xelkê Kerkûkê hene. PDK dixwaze bi rêya odeyeka operasyonan li ser vegera wan malbatan ji bo dengdanê li roja 11ê Mijdarê bixebite.

Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûkê dibêje: “Vegera wan malbatan ji bo dengdanê dê pêgeha Kurdan xurt bike.”

Berdevkê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê Luqman Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hindî awareyên ku li Hewlêr û Silêmaniyê hene, peywendî pê hatiye kirin û me ji wan re alavên veguhastinê peyda kirine da ku di roja dengdanê de vegerin û dengê xwe bidin."

Berdevkê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê herwesa got: "Em ji wan dixwazin ku wekî roja referandûmê û karnavalekê vegerin û dengê xwe bidin."

Xwendekarekê zanîngehê bi navê Zenwêr Pêşewa got: "Em dixwazin bi rêya dengên ciwanan rol û bandorê biafirînin, da ku nûnerên me bibin parêzer ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me."

Mamosta Lîza Husên jî got: "Ji bo bicîhanîna destûrê li Kerkûk û deverên derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê, girîng e ku deng bi lîsta 275ê bê dan ji ber ku ew yekane lîst e ku mafan ji xwediyên wan re vedigerîne.”

Ji bo zêdekirina dengên xwe ji bo yek milyon dengan, çavê PDKê li zêdekirina dengên wê li deverên veqetandî ye ji ber ku ew dixwaze hem hejmara kursiyan û hem jî hejmara dengan di vê gera hilbijartinan de zêde bike.

 
Fly Erbil Advertisment