Ahmet Turk: Serkeftina pêvajoyê dê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya "Sabah" re de, li ser pêvajoya aştiyê û rojeva siyasî ya Tirkiyeyê nirxandinên berfireh kirin.
"Pêvajo projeyeke demokratîkbûna Rojhilata Navîn e"
Ahmet Turk bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê û got: "Divê ev proje tenê wekî devjêberdana çekan a PKK'ê neyê dîtin. Pêdivî ye ku wekî projeyeke mezin a ku dê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke û ji biratiya Tirk û Kurdan wêdetir e, bê dîtin."
Turk anî ziman ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser kiribe, dê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn tevkariyeke mezin bike û destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke Kurdan e, lê belê pêvajoyeke Rojhilata Navîn e. Turk got jî: "Nîv sedsal e xwîn û hêsir li ser kîjan bihosta axa Tirkiyeyê nehatiye rijandin. Lê ji kerema xwe re, em êdî hemû hêrs û dilşikestinên xwe diyarî aştiyê bikin."
"Ez dixwazim bi Serokomar re li ser Sûriyeyê biaxivim"
Turk diyar kir ku ew dixwaze bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike û bi taybetî mijara Sûriyeyê gotûbêj bike. Turk got: "Serokomar bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtin kir. Ez jî dixwazim bi taybetî li ser mijara Sûriyeyê bi wî re biaxivim. Li herêmê projeyeke mezin a Rojhilata Navîn heye. Ev proje di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Li şûna ku welatên din mudaxele bikin, divê Tirk û Kurd bi hev re li ser tiştên ku bên kirin biryarê bidin. Divê Tirkiye bi Kurdên li wir re jî hevdîtinê bike. Bila bi Ahmet Şera re hevdîtin bê kirin, lê li gorî min divê bi Kurdên li wir re jî bê axaftin û nêrîna wan bê wergirtin."
"Ev pêvajo ne wekî ya berê ye"
Turk pêvajoya heyî bi ya berê re da ber hev û wiha pê de çû: "Ez wisa difikirim ku di têkçûna pêvajoya çareseriyê ya berê de bandora FETO'yê hebû. Niha pêvajo ne wekî ya berê ye, cuda bi rê ve diçe. Jixwe di hevdîtina me ya yekem a bi Ocalan re jî me dît ku ew bi çi awayekî cidî aştiyê dixwaze."
