Wezîrê Perwerdeyê: 200 textên zîrek ji bo dibistanan tên dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê ragihand, di qonaxa yekem de, bi bihayê 430 milyon dînaran dê 200 textên zîrek (Smart Board) ji bo dibistanên giştî yên li seranserê Herêmê bên dabînkirin. 

Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro 3ê Mijdarê li ser hejmara xwe ya tora civakî "Facebookê" ragihand: "Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wek qonaxa yekem, bi bihayê 430 milyon dînaran, 200 textên zîrek (Smart Board) ji bo hejmarek dibistanên hikûmetê yên li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê hatin dabînkirin."

Wezîrê Perwerdeyê herwiha diyar kir, ev proje îdareyên serbixwe yên Germiyan, Zaxo, Soran û Raperînê, herwiha xwendina Kurdî ya li Kerkûkê jî li xwe digire. Heme Seîd da zanîn, dê ji destpêka hefteya bê ve dest bi belavkirina van textan bê kirin.

Wezîrê Perwerdeyê roja 17'ê Tebaxa borî di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi girîngiya "Projeya Ronakî" kiribû û gotibû: "Projeya Ronakî dê bandora herî mezin li ser kalîteya xwendinê bike. Berê ji ber nebûna elektrîkê me nedikarî Smart Boardan bikar bînin, lê niha ji ber ku 24 saetan elektrîk heye, mamosta dikarin bi hêsanî Data Show û Smart Boardan bikar bînin."

 
Fly Erbil Advertisment