Bi veberhênanê li Kurdistanê zêdetirî 200 hezar derfetên karî hatin peydakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên fermî, aboriya Herêma Kurdistanê di qonaxeke geşedanê de ye. Di pênc salên dawî yên Kabîneya Nehem de, bi nirxê 24 milyar û 600 milyon dolarî veberhênan di 596 projeyên cuda de hatiye kirin. Ev yek bûye sedema afirandina zêdetirî 205 hezar derfetên karî û ber bi serbixwebûna aborî ve gaveke girîng tê dîtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi saya siyaseta xwe ya hêmecorkirina (pirrengkirina) aboriyê û giringîdana bi sektora veberhênanê, aboriya herêmê di qonaxeke geşedaneke bilez de ye.

Di pênc salên borî de, hikûmetê gelek asankarî ji bo veberhênanê pêşkêş kirine, ku di encamê de nirxê giştî yê veberhênanê gihîştiye 24 milyar û 600 milyon dolarî. Ev budce di 596 projeyan de li 12 sektorên sereke hatiye xerckirin.

Li gorî amaran, dabeşkirina projeyan li gorî sektora wiha ye:

Bazirganî: 154 proje

Pîşesazî: 149 proje

Geştyarî: 80 proje

Niştecîbûn: 62 proje

Perwerde: 53 proje

Tenduristî: 35 proje

Çandinî: 24 proje

Werziş: 15 proje

Hevbeş û Biyanî: 11 proje

Xizmetguzarî: 8 proje

Hunerî: 3 proje

Bank: 2 proje

Zêdetirî 205 hezar derfetên karî hatin peydakirin

Ev liv û tevgera aborî bandoreke rasterast li ser afirandina derfetên karî kiriye. Bi riya sektora veberhênanê 140 hezar derfetên karî û bi riya kargehên pîşesaziyê jî zêdetirî 18 hezar derfetên karî hatine dabînkirin. Herwiha, 8,136 ciwanan ji "Sindoqa Piştgiriya Projeyên Biçûk ên Ciwanan" sûd wergirtine. Bi vê yekê, hejmara giştî ya karkerên navxweyî û biyanî di van projeyan de gihîştiye 205 hezar karkerî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku veberhênan stûna sereke ya pêşxistina aboriyê ye û ew ê li ser bihêzkirina binesaziya aborî û zêdekirina beşdariya sektora taybet berdewam bin, bi armanca avakirina Kurdistaneke bihêztir û avedantir.

 
 
Fly Erbil Advertisment