Birincê Akrê îsal pir bi kalîte ye û hinardeyî Amerîkayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêkirina werzê dirûna birincê li sînorê qezaya Akrê re, bazara vî berhemê xwemalî gelek geş bûye û daxwaza li ser wê, hem li navxwe û hem jî li derveyî welat zêde bûye. Cotkar û bazirganên herêmê didin zanîn ku kalîteya bilind a birincê îsal sedema sereke ya vê pêşwaziyê ye.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, îsal nêzîkî 8 hezar donim erd bi birinc hatiye çandin û tê pêşbînîkirin ku berhem bigihîje ser 10 hezar tonî. Ev yek di demekê de ye ku sala borî ji ber kêmbûna avê, rûbera çandina birincê kêmtir bû.

Rezwan Remezan, ku xwediyê kargeheke spîkirina birincê ye, dibêje: "Ev 20 roj in cotkar berhemên xwe tînin û em jî spî dikin. Birincê îsal li gorî salên borî gelek baştir û bi tamtir e û kalîteya wê bilindtir e."

Ev zêdebûna daxwazê ne tenê di bazarên navxweyî de ye, lê belê bazirgan eşkere dikin ku daxwaza ji welatên derve jî ji bo kirîna birincê Akrê zêde bûye. 

Bazirgan Îbrahîm Xefûr dibêje: "Birincê Akrê yek ji baştirîn cureyên birincê ye û niha ne tenê li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê, belkî heta Bexdayê jî diçe. Tewra daxwaz ji Amerîkayê jî hebûye û me ji bo derveyî welat jî şandiye."

Mistefa Mihemed, cotkarekî herêmê ye û behsa wê yekê dike ku bazara birincê ya îsal ji sala par gelek baştir e. Ew dibêje: "Sala par nirxê 'birincê 6 mehî' di navbera 47 heta 48 hezar dînaran de bû, lê îsal nirxê wê li derdora 50 heta 55 hezar dînaran e." Cudahiyên nirxan li gorî cureyê birincê diguhere û ji bo her kîloyekê di navbera 2,500 û 6,000 dînaran de ye.

Birincê devera Akrê ji ber reng, tam û bêhna xwe ya xweş xwedî nav û dengeke taybet e û ji cureyên din ên birincê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê cuda ye. Van taybetmendiyan hiştiye ku salane daxwazeke mezin li ser hebe û bibe yek ji berhemên stratejîk ên herêmê.

 
Fly Erbil Advertisment