Nêçîrvan Barzanî: Serkeftina PDKê, serkeftina Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna herdu Cîgirên Serokê PDK'ê, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, îro 4ê Mijdarê li Yarîgeha Dihokê kernevaleke mezin a cemawerî ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an hate lidarxistin. Di kernevalê de, Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku ew ê ji milyonekê zêdetir dengî ji bo partiya xwe misoger bikin.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de got: "Ez silavên Serok Barzanî û yên birayê xwe yê ezîz Mesrûr Barzanî digihînim we. Çi şanaziyeke mezin e ku mirov di partiyekê de be ku xwedî ewqas dilsoz û wefadar be."
Cîgirê Serokê PDKê herwiha amaje bi wê yekê kir: "Badînan û PDK yek dil in, yek giyan in, yek deng in. Ti gûmana min nîne ku roja 11'ê Mijdarê, em ê hemû bi hev re destaneke din ji bo Kurd û Kurdistanê û ji bo PDKê tomar bikin."
Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: "Bi piştgiriya Xwedê û bi piştgiriya we, serkeftin her ji bo Partiyê ye. Ez piştrast im ku em ê ji milyonekê zêdetir dengî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê misoger bikin. Badînan mala xebat û têkoşînê ye. Gelo kîjan mal li Badînanê heye ku çeka xebat û Pêşmerge tê de nebe?"
Nêçîrvan Barzanî herwiha got: "Çîroka Partiyê û ya vê deverê ji hev nayê veqetandin. Yekemîn liqa PDKê li vê deverê bû, yekemîn destana Şoreşa Eylûlê li vê deverê bû. Destana Zawîteyê di bin fermandariya rasterast a Barzaniyê Nemir û bi xwîna bav û bapîrên we hate tomarkirin."
Herwiha ragihand: "Kes nikare behsa xebata miletê Kurd bike eger behsa xebata xelkê Badînanê neke. Em nikarin Kurdistanê biparêzin eger piştevaniya we ji bo PDKê û rêbaza Barzanî nebe. Xelkê Badînanê selmandiye ku serkeftina PDKê, serkeftina Kurdistanê ye." Amaje bi wê yekê jî kir ku, "Badînan sira serkeftina PDKê ye."
Cîgirê Serokê PDKê tekezî li ser wê yekê jî kir: "Çima ev hilbijartin ji bo Kurdistanê girîng e, çima girîng e ku Partî ji milyonekê zêdetir dengî werbigire û bibe partiya yekem li seranserê Iraqê? Di sala 2005'an de me bi gelê Iraqê re destûra Iraqê pesend kir. Me got Iraqeke nû dê bibe welatê me hemûyan, lê 20 sal derbas bûn, destûr nehat cîbicîkirin, mafên gelê Kurdistanê hatin binpêkirin, federalî nehat cîbicîkirin."
Herwiha got: "Niha Iraq aram e û dema wê hatiye ku PDK li Bexdayê ji bo cîbicîkirina destûrê û sîstema federal kar bike. Partî dixwaze li Bexdayê bihêztir be, ji ber vê yekê hûn wisa bikin ku berendamên PDKê biçin Bexdayê, da ku hûn mafên xwe bi dest bixin."
Nêçîrvan Barzanî dibêje: "Ji dema ku PDKê li ser destê Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin heta îro, yek ji armancên mezin ên gelê Kurdistanê bûye. Hûn armanca serdema mezin a Barzanî bûn, ji bo ku miletê me bi serbilindî û azadî li ser axa xwe bijî."
Tê nûkirin..
